Ji wî ‘emirkur’î re
di bêdengiya
sibehekê de hatin hûn
min çîvok avdidan
gava hûn hatin
çîvok û sosin
li ser serê min bayê spîndaran
di devê min de kilamên evîndariyê
we kişandin tetikên xwe û hûn çûn
mîn hîna çîvok avdidan
çîvok û sosin
lê sosin çimlisî
çîvok xays ketibûn ji tîna
meger we ez kuştibûm bê haya min
min ê çi zaniba ku
ciwan jî tên kuştin
di xorttemeniya xwe de
binêrin way çilmisîn sosin
çîvok jî mirin
laşê min baranên bêwar birin
31.11.1999, Amed
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Ronahî şiirlerine dön