Xwezila miskînê heramê mêrê te bimira kevna jina min li ser da em ê biçûna welatê xerîb û xerîbîstanê bila bi kesekî em nas nekirina min ê çend rojeka ji qehra dilê rezîl ji te re bigota xweşîkê, te ji min re bigota bira şeva nîvê şevê li ser cî û yataxê rûniştina gilî gazîncê dilê rezîl pev bikira (Şakiro)
Evîn şoreş e di dil de
Dil şoreşgerekî birîndar
Her bihar ji nû ve
Diguherîne kirasê xwe
Mîna marekî zexel
Ji nû ve şîn dike birînên xwe
Lewma pîr nabe
Her tim çardeh salî ye evîn
Lewma hê jî
Keweke gozel e
Li ber deriyê te
Dilê min ê çardeh salî
Avên “şetên şerbetî”
Vedixwe her sibeh
Ji mistên te
2
Yara min
Neyara min
Bermaliya qesra min a belûrî
Niha
Tu bi heft aran evîndar
Ez bi heft kêran birîndar
De ka bêje
Niha tu ji bo kîjan
“kotî heramê mêran “
Badidî biskên xwe yên zêrîn
Ji bo kîjan bêbavî kil dikî
Cavên xwe yên Dêrsimî
3
Ez kalexortekî porgij im êdî
Bi hespên kumêt dibihurim
Ji quntarên salên xapînok
Barê heqîba min : wêneyekî kevn
Kûr vedişêrim di talfeya naşîtiya xwe de.
Mîna zarokê ku pîneyên xwe
Veşêre ji hevalên xwe
Ey xwîşka bêdengiya min
Cotek navnîşanên wendayî ne niha
Tîrêjên çavên te yên keskokî
Tên li seherên sibehên min dixim
Min şiyar dikin her sibeh
Bi xewnên reşqetranî
Ji hemêza yeke biyanî
4
Ax yara min
Neyara min
Bermaliya qesra min a belûrî
Ka bêje
Kîjan sêrbazê girêda devê me
Kîjan kafirbavî nifir kir li me
Min beybûnên
Biharên porhinekirî
Kom kirin ji te re
Ji zozanên hênik
Û ji çendik û çend
Bêrîvanan pirsî navê te
Ji çendik û çend sosinan bêhna te
Bûm destbirakê pezkoviyan
Bûm rêhevalê kurmoriyan
Bi refê kewan re firiyam
Bi xezalan re geriyam
Giriyam
Giriyam
Li te geriyam
Lê ji te negeriyam
01/09/2008 AMED
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Ronahî şiirlerine dön