ARTHUR RiMBAUD
Lingê yek li gornê
Lingê din li keştiyeke serxweş
çi mirineke xweş
çi mirineke xweş
BERTOLT BRECHT
Neonaziyan vê rojiyê
Ji bo te mewlûd dan xwendin
Henek lo,henek henek.
CÉSAR VALLEJO
Helbestê şîn girêda li dû te
Bi dolbenda bê morî geriya
Saleke sala wext
Birra
Gava tu birçî çûy wî alî
Berê xwarin dan te an sirûm li te xistin
ELUARD
Paytextê min jî diêşe
Paytextê min jî diêşe
FURûX FERRUHZAD
Helbestên mê dimêjand
Ji pêsîreke xwe
Genimê terr ji pêsîra din
Gava mir
helbest ji şîr hatin birrîn
JOSE MARTi
Belê Jose
belê şoreşgerê mezin
Apê Sam,Apê Ho têkbir
êdî pûroyên xwe
şil dikişînin rêhevalên te
KAVAFiS
Ne warên din
Ne behrên din
îllem ev bajar
NîZAR QABBANî
Binpêkirina zagonan
Bi min jî xweş tê
Ma ne qedexe be
ji çi re ye helbest
PABLO NERUDA
ne rû da
tirsê
ne rû da
jiyanê
rûyê wî tim li helbestê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Ronahî şiirlerine dön