“Bo mîrê helbestê Melayê Cizîrî”
Navê yara min Felek e,çavên bikil reşbelek e
Porê qemer bi xelek e, heza wê’l ber dil gelek e
Wê şepala dêmgewherê, rûniştiye’l ber pencerê
îro ji derba xencerê, lazim bi êşan î Mela
Kirye argeh li min sîne, ez Memo me ew jî Zîn e
Ew Leyla û Mecnun kî ne, bila were min bibîne
Weke rojên xwe yên berê, li wê digerî ‘l her derê
Teşbîhê zulfa dîlberê, zanim perîşan î Mela
Te’z girtim evîndar kirim, bi kêran birîndar kirim
Vîn’am girt nevîndar kirim, bi ah û gazîndar kirim
Zanim tu giryan î ji dil,û gewrîdiryan î ji dil
Teşbîhê buryan î ji dil, billeh ne însan î Mela
Li dergê te gêj û şaş im, bi husna te qîr û kaş im
Bi hebûna te ez jî baş im, ji lew li jiyanê aş im
Em şev in tu sehergeh î, em şad in tu kedergeh î
îro li mahê xergeh î, teşbîhê seywan î Mela
Bo gelê xwe tu elzem î, xweşkanî yî tu avzem î
Deryaya qaf û qulzem î, yan çerxê gerden î Mela
Tu tim heqê ehlan didey, tu gulî xwe’l dehlan didey
Hê dil bi naehlan didey, yareb çi nadan î Mela
De ya şairê botanî, ya ber vî dilî dizanî
Bi nezanî û xizanî, min peyva xwe’l cem te danî
19.11.2015
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Ronahî şiirlerine dön