Bila dinya ya te be hema min postek bes e
Alem hemî neyar be çi xem min dostek bes e
Wê dema tu hê sax bû dilê te tim bi dax bû
Axîna te her ax bû wa te bihostek bes e
Te nekir cehd û xebat biner waye mirin hat
Piştî ewqas kir tebat dibêje cestek bes e
Yê diborîne ew e yê digorîne ew e
Yê dibarîne ew e bo `efyê hestek bes e
Ronahî bi hêviyê wek mûsayê li çiyê
Ger bixwazî bigihyê hema te qestek bes e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Mihemed Ronahî şiirlerine dön