Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Mihemed Ronahî

Mihemed Ronahî

2 görüntülenme 0 beğeni
‘Ji her sê mîrên qesra helbestê re’ 1 Ji bo şêx Ehmedê Xanî Heleke kullî şaîrûn îlla ente ya xanî Xaceyê ma mîslê nûrî hemîşe direxşanî Ben xesteyem bêçareyem derdime derman hanî Ez feqiyê l’dergê te me derdê min tu pê zanî Ustadûna şewaîrûke fûadûn lîl ekrad Her kesî ra yek wetan est wetanê ma nedarad Ben çeraxam sen hostasan almax isterem mûrad Dil bi pêl im ji eşqa te waye ez bûme ferad 2 Ji bo melayê cizîrî Roja te b’xêr nazdara min Bi de’we û dozdara min Bendewar û sozdara min Tofan û bahozdara min Ez nexweşim tebîbî tu Dost û yar û hebîbî tu Di nav rindan hesîbî tu Ji min re xweş nesîbî tu Tu mêvanî ez jî xan im Siba te b’xêr be ya xanim Dema nebî min nîn e can Dixwînin l’ser min selayê Ji eşqa te perwane me Ker û gêjim dîwane me Bê malbatû bê xane me Bê xeber û bê wane me şev û rojan dinalim ez Bêpergal û bê halim ez Emir çû êdî kalim ez L’ber dergê te evdalim ez Li dergê te bi efxan im Siba te b’xêr be ya xanim Dema nebî min nîn e can L’ser min dixwînin selayê 3 ‘Ji bo feqiyê teyran’ Derya û umman tu yî Meded û eman tu yî Zana û yeman tu yî Sebekê çeman tu yî Alimê zeman tu yî şairê deman tu yî Bêav û qerax ez im Nezan û çerax ez im Ê bê şebçerax ez im Ê dûr û fîrax ez im Matmayî b’merax ez im Xwedanê xeyran tu yî Heval steyran tu yî şahê şa’iran tu yî Bi kêf û seyran tu yî Ê ku ez b’heyran tu yî Feqiyê teyran tu yî Bê wec zîbahî ez im Bê kêf û şahî ez im Ê di korahî ez im Ê bê zanahî ez im Memê ronahî ez im

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Mihemed Ronahî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz