Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan

2 görüntülenme 0 beğeni
Te pişta xwe dabû kîjan milkî kîjan warî, kîjan ehlê bawerî ? Li wan şarên ku qesda canê me kirin Telqîn li me naçe êdî Sewta selawatên me biliyayî Te digot “em bêxwedî ne, lewre, peyva sereke ye aştî û wekhevî » Erê, Doktor, Serçavan, Lê, ez birînên te çawa derman bikim? Pel û qelem li deverine dûr man Derbirîna kerbê bi kêrî çi ma Tu serborîya milletekî wendayî dinivîsî Kî dixwîne ? Kî dibêje ? Temam, serçavan, em ê şerrî nekin û nekujin Lê, doktor, ka bêje hela Ma ez birînên te çawa derman bikim ? Xezalên ku te dabû pey û Xeyalên ku te azana wan dikir Bi xwînê hatin şuştin û Tune bûn… Refên kevokan li dora te ne doktor Flamîngo, bi hawarê Kerîyên me li zozanan bê xwedî çem zûha, zevî dêm, dest terîkî aştî nema tê êdî Hêvî, hema ew Lê, doktor Ka tu dev ji van tiştan berde hela û bibêje Ez birînên te çawa derman bikim ?…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îbrahîm Seydo Aydogan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz