ji kenê xwe çend hakehakan li vira bihêle û biçe
ji lêvên xwe çend maçan??
bêhna parfuma xwe
li perdeyan ke?
pêsîrdanka xwe li ber dîwêr bihêle?
rûja xwe li ber neynikê...??
heke tu derket,
porê xwe li ba bide?
birînên xwe veşêre û biçe?
bila zarok nizanibin ku em diêşin...
çayekê çêke
zeytûn, nanê tennûrê
kêrekê jî bîne û
vî dilî hûr ke...
di oxira çavên xwe de
li zarokên taxa me belav ke...
heke tu çûyî jî
min li vira bihêle û biçe
bila xelk bibêjin qey tu ê vegerî
Ez di dexlê te de me
Ji kesî re mebêje
Ku
Tu…
Tew bê welat î…
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Îbrahîm Seydo Aydogan şiirlerine dön