Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan

2 görüntülenme 0 beğeni
Dewra hemû peyvên ku ji tûrikên dengbêj û helbestvanan ketinin li dû ma. şerê pehlewanîya dilê min ku çi gava çav li te diket şûrê xwe dişikenand û sûnd dixwar ku ew ê nema çek û rextan girê bide û dibû zarokek, sêlekekî li ber dîwaran li tenişta te… Li dû ma. Bi bişirandineke te qesas li xwe mukir dihatin U digotin qesasnediyar di eslê xwe de diyar e. ji xwe de diyar bû. Lê ew giş li dû man. Wê rûpela zer ku tê de nameyek nivîsandibû ji min re tê bîra te? Te gotibû : berî niha bi çar hezar salan, yekî dil dabû jinekê ji tirsa hêza evîna xwe, çûye xwe avêtiye bextê Xwedayan. Ji bo ku ji kesî re behs neke û kesek jî ji wî re behs neke xwe kerr û lal kiribû, ji bo ku wê nebîne û kesî jî neşibîne wê, xwe kor kiribû. Bi salan xwe di wê şikeftê de veşartibû. » Hinan bi dû re ew bi zorê ji wira derxistibû. Dildara wî ya ku jê re hatibû behskirin ku vî zilamî ji bo evîna wê li xwe weha kiriye, gava bihîstibû hatibû cem wî. Zilêm ew ji bêhna wê naskiribû lê gotibû « ev ne ew e. » û dîsa vegerîyabû şikefta xwe û heta ku miribû jî kesî nema wêrîbû bi ser de biçûya Xelkê bi dû re dîtibû ku dîwarên wê şikeftê tev bi sûretên dildara xwe vekolandine û xemilandine. Te behsa wî zilamî û evîna wî kiribû ji min re Dema wan evînan li dû ma Destnivîsa te ya li ser wê kaxeza zer jê çû Lê hemû xêzên rûyê te di bîra min de man Tu bûyî wêneyekî kevin ji demsaleke kevin Ew hemû dem, hemû li dû man. Qesas li xwe mikur tên û Dibêjin ku qesas nedîyar di eslê xwe de dîyar bûn Ji xwe dîyar bûn û me ji berê de zanîbû Lê ew giş li dû man Dîsa jî tu têyî Di segurka êvaran de were Bila kes te nebîne çi dibe çi nabe Dijminên me hene...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îbrahîm Seydo Aydogan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz