Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan

2 görüntülenme 0 beğeni
”Derdê te ye dil ji ber diêşit” Ehmedê Xanî Zarokên te kinc û kêfên xwe yên cejnê zû ji bîr kirin şekirên ji nav malan hevdayî û belkî pêncî carî bi kêf jimartî Li kolaneke Hewlêrê belavbûyî… Ber deriyê zilamekî sozdayî tije zarokên bo tiştekî din civiyayî Heke bihiştana, wî ê şekirên bêrîkên xwe li wan belav bikirana… Cejna me pîroz be yabo qurbane îroj li Hewlêrê konçertoya kerban e… Li sûkên Hewlêrê Bila do tu şekir nehataya firotin Cejn nebûya Melê azan nedaya Kuşdarê wî di xewê de bimaya… Bila îroj ez zarok bûma li Hewlêrê Min ê şekirên dewa xwe li ber deriyê wî birijandana Kulîçeyên nîvqertkirî şorbeşîra li malê jibîrkirî Tev li kêfa xwe ya nîvcomayî Bêguneh Cejn pîroz e Lê bimbekirî… Ez bûma, min ê xwe bi girî bikuştaya… Hewlêr îroj laşekî êşiyayî Sê şekirên ji bo navmaliyê hilbijartî Ji Qamişlo, Mehabadê û Diyarbekirê şandî “wey serçavan, wey serseran hatî” Bi kêf bişirîn Bawerkirî Ezbenî De rabe lo Zarokên bêxwedî li ber deriyê te digirîn...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îbrahîm Seydo Aydogan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz