Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji wî aliyî dengê keserekê tê delalê çavên te li devê rêya kê ne dîsa Keçikeke xama li pişta hespekî siwar kirin û birin. Li qiraxa lêva te kerba min şahnikek e her roj gelo çima zarokên me ji nêzan dimirin Li ser sînor leşker hene li benda min in Te pismamê xwe nexwastiye Li hêviya wî yî çem zuha bûne ji ber huzna te Li bajarekî binxetê asê mame Heger na, min ê kenekî qaçax bianiyaya ji te re Fîstanekî şîrkî Hirbiyeke Helebê Kaseteke Mihemed Arif Belkî te ez bikirama... Dengbêjekî digot Were rûnê li tengala min çonga xwe bide çonga min Em bikin kêf û mihbetê Ez heta sibê li benda te dimam Yê te Tu li benda wî bû Ji eşqa min û te re ziman tunebû Ne xwazgînî Ne dawet û govend A min û te Bi tenê kerb û her kezebreşî... Kerba min şahnikek e li qiraxa devê te Heger te bigotaya erê çem dê biherikiyaya Zevî têr bibûya Sînor rabûna Ji Kobanê xebera xêrê bihataya... Hema bes te bi kurmancî Bigotaya Ez ji te hez dikim... Belkî zarokên me êdî nehatana kuştin û welatê me azad bûya Belkî...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îbrahîm Seydo Aydogan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz