Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan

2 görüntülenme 0 beğeni
1. ma ji wan pê ve kî dikare bi tayê bikeve li ber evînan ma kî dikare mîna wan xwe xweşik bike wusa û şer... yek ji wan xweşikan ez bûma û çav li te biketama xwezî... her ku bayek bihata ber bi gundê we de min ê dilê xwe li piştê bikira ji te re û du cercûr fîşek beradaya li pey wî bi demança xwe ya qebzezîv... min ê çemek biherikanda ji ramûsanên xwe û li ber deriyê we bisekinanda yek ji wan hezkiriyên te ez bûma û te jî xwe di wî çemî de bişuştaya her êvar... min ê kil çêbikira ji çavên te re ji hêsirên xwe û nemirtiyek bianiya ji yezdanên xwe min ê bedewbûna Xecê û Zînê bidaya te min ê gulek nûşîn, nûpelda çemek serîhildayî dilek tijî evîn û hemû esmerbûna Diyarbekir... yek ji wan egîdan ez bûma û pismamên te jî nikarîbûna têketana devê rê... min ê te li pişta hespê xwe bikira û li wan gundên berriyê bigeranda mal bi mal min ê te bikira gul li baxê ku lê bûye zivistan û xwe jî deng û awaz ji bilbilê ku bi sedan salan strandin terikandibû re... yek ji wan cegerbixwînan ez bûma û min bikarîbûya di çavên te yên kilkirî de hesîrên xwe bidîtana.. 2. min navê te mîna xewnekê bi bîr dianî ku ji zarokatî û di şevan de jî janeke jibîrbûyî carcaran min navê te mîna hêviyê bi bîr dianî... 3. li Helebçê tu zarok neman û li Lîcê hêvî mîna teniyekê mabû li eniya min bajar di siya xwe de dihatin şewitandin gund di tîna xwe de av nediherikîn û şaîran xwe dikuşt her êvar di terîqetan de jî hêvî nedima... me ev keser ji çavên zarokên xwe dinasî me ji giriyên dayik û dilketiyên xwe me ji emrê xwe dinasî ev xwesteka mirinê û ji kurdbûna xwe... 4. tu digirî û tu her êvar agirê dojehekê li bexçê xwe direşînî her êvar celebekî din yê xwekuştinê diceribînim ez her êvar bi kerb... min te divê min dil min evîn min di dil de agirê dojehan divê yaaar... 5. evîn tenê di tîna xwe de asê û temirî niha evîn di yek navî de kêş û matmayî li şûna xwe yek awir bes bû ji tûjkirina kêrên ko re yek awir bes bo ku dil di lalbûna Helebçê de bibûya bilbil ji te re... bes min bikarîba di çavên te yên kilkirî de hêsirên xwe bidîtana... 6. her ku hawarek dihat ji Cizîrê tu diketî bîra min min navekî din li xwe dikir li ser hemû navan û bi pey te diketim dîsa... her ku hawarek dihat ji Cizîrê min bêtir hez dikir ji te... digotin wê çem berepaşkî biherikin û wê jahr bibare devên dilketiyan... min digot vaye ez hatim de bila evîn eşkere bibin êdî ez ê kilaman çêbikim ji yara xwe re û bi wan çemên berepaşkî diherikin re bişînim ez ê agir bera canê xwe bidim bi yek derbê li gastîna gundekî kavil û bêpejn bê derblêdana dil bo ku bêjim wê keçika berrîvanî ez ji te hez dikim... digotin hê jî qedexe ye evîn û têne kuştin yên ku kilaman dibêjin... min digot qedexebûn tenê ji bo te ye ji xwe û kuştin... ji bo te ye ev bimbeyên di hembêza min de û ji bo te ye dîsa ev stranên ku min ji mirina xwe çêkirine... 7. keçê ma ku tu jî nebûya ez û Diyarbekir me yê çi bikiraya beyî te tu jî nebûya keçê min ê çawa helbest lê bikira û li çavên reş bineriya tu jî nebûya min ê çawa bikarîbûya sînga xwe vekira ji meytên şaîran re û Diyarbekir ê çawa bibûya bajarê min... 8. min xwe di nava keseran de nas kiribû û di esmerbûna qedera xwe de ez bibûm helbestvan min nikarîbû mîna xelkê ji ber bikiraya navê te... evîn qedexe bû û dihatin kuştin yên ku bi pey te diketin ez hê çêlikê çivîkeke birîndar bûm û ne ew qas jî mêr bûm ku beyî baskên xwe bifirim ne ew qas jî bi rastî lê belê hawaran bi navê te dest pê dikirin li cem min û min ji te hez dikir mîna Diyarbekirê..

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îbrahîm Seydo Aydogan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz