Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Îbrahîm Seydo Aydogan

Îbrahîm Seydo Aydogan

2 görüntülenme 0 beğeni
Gava tu dixeyidî, dibî Dêrsim Mîna ku bi rojan di şikêftekê de hatibim jahrkirin bi hêrs im Dêrsim kul e, kulek e Bi ser birîna Alîşêr û şêx Seîd de qalik girtiye Wêneyên xortaniya te sirgun in Koçberiyên jinên piştpal û mêrên simbêlberan Ling qeydkirî Agirî Hey agirî Dêrsim gul e, gulek e Ku îhsan Nûrî av dabû û şandibû ji Seyid Riza re... Hemû derew bû Zarok nehatin qeydkirin Kesî tecawuzî jinên te nekir Kes nehat kuştin Bi ser hev de nehat qirkirin Tu gundên te nehatin şewitandin Ku dûyê wan çavên min û te kor dikin Heger tu ê bigirî wek kurdekî bigirî... Lewre... Agir î Hey agir î Dêrsim bi tenê êş e Êşa min û te ye... Berbejna zarokatiya me ye...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Îbrahîm Seydo Aydogan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz