Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ferhadê Içmo

Ferhadê Içmo

2 görüntülenme 0 beğeni
Seydayê min, ez çi bêjim Herkes zane mirin tal e Mirin çûnek bê vegere Rêbarînek bê heval e Mirin tirsa dilê şad e Rewan ji ber tim dinale Jiyan baxê xewnên xweş e Mirin tê de ne ti fal e Zanistiya tev li rastyê Ji xwedî re bilind al e * * * Seydayê min serî rake Dost û heval tev li virin Sed mixabin seydayê min Rojên mirî nazîvirin Kesên wek te ji milet re Her ronak û rê û pir in Pêtên finda dîroka te Bi mirinê venamirin Li bin axa goristana Gelek hêvî dihêwirin * * * çava digrim seydayê min Di bîr tînim rojên berê Rewanê te li ber ba ket Weke tûmê kelemperê Kenê lêva hîn xuya ye Li ser pelên wê defterê Kê bîrdibir tev li kefen Tîrêj here ser oxirê Ê ku sehkir bawer nekir Tenê gotin erê erê.. * * * Erê jînê serê rake Ka te çikir bi vê kînê Pel û pênûs hîn dinalin Ji ber êşa yek birînê Ji wan xêza em têrnebûn çav tên şûştin bi nerînê Cej`n û sersal mane sêwî Li ber kêla Mem û Zînê Bi mirinê em tên sotin Kes têr nabe ji evînê * * * Ji bîr nabe seydayê min Ji bo rastyê tu nîşan bû Pêncî salî ji ber BEKO Tu rêbar û perîşan bû Li ser rêça azadiyê Serbilind û xwedî şan bû Di Payîza helbesta me Tu kaniyek bi weşan bû Geh tu mey bû geh tu ney bû Tu serkêşê serxweşan bû Sitêra te bi xwezya re Ji ezmana xwe berda xwar Baxê kenê dêm û lêva Bê deng maye xemgîn û sar Li omîdên dilê riswa Berî esir bûye êvar Pelkê şermîn li ser şaxa Gazî dikin ev e bihar...? Vê Adarê ferman rakir Hespê peyvê ma bê siwar.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ferhadê Içmo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz