Iro serî saxiye
Sibe qîr û gaziye
kula dilê her yekî
li vê jînê nêvciye
guhned zêr û dolara
bibîn rewşa itara
jiyan pelek roniye
bi kulîlkên bihara
bihar bihara dile
ne nêrgiz û sorgule
bihar tê wek her cara
lê dilê me bi kule
kula dil bê dermane
dermanê rast viyane
ê dilê wî bi kul be
kulîlk jêve xuyane
xuyane gul û kulîlk
li pêş çava her kêlîk
me ji dest xwe berdane
çi ji dûr û çi nêzîk
nêzîk ji me bi dûr ket
em şiyar bûn xewn raket
ew hêviya hîn çêlîk
ji hêlîna xwe derket
derket xwe berda ezman
kund û qertel lê civyan
hêvî ji jor hate xwar
bask û serî l’hev geryan
hêvî tenê ne bese
ê bê dost be ne kese
ê bê war û bê yar be
li ba xwedê terese
hêv’yê biçîn nebêj tew
guh ned pirsa hek û lew
ê ji sibê bitirse
naghêje gula bedew
hêvî gule sed car ax
xebat ave emin ax
bik û bispêr ê li jor
danwa li ser werîs rax
raste werîs zirave
tu bi hiş û bi çave
xelk ji heyvê derbasbûn
lê dewla te bê ave
dewl bi pîna xemilî
tîş û perçe bûn gulî
li ser rez û werzên hev
em tevde bûne kullî
di werz nema yek dendik
darên rez jî bûn textik
piştî wan rez û werza
em bûne şîva beytik
hinek şîvin hin paşîv
li nav hev ket zêr û zîv
sitûna me hate xwar
ji ber kurmê Nîv Bi Nîv
Nîv bi Bîv ka çi bende
rêzanê wê lewende
geh li vir û geh li wir
tim rêwî û revende
revendekî bê zozan
di xwaryê de xweş hozan
Eflatûnê kurdaye
li ba wî kesê nezan
zanebûna bê behwer
zuha dike şaxên ter
dûre ji vê rêza reş
kesê bi bîr û perwer
kesê Perwer li pêşe
berê wîna li kêşe
ji nav lêvên axîna
kul û derda dikêşe
kul û derdê me yekin
birîna kevn venekin
dara bav û bapîra
ji binîde jênekin
jêkin şaxê hişk û zer
donê gazê berdin ser
arî ji wî çêtire
heger rokê negre ber
yê bê ber be li jînê
sebtê dispêre înê
çendî rind û ciwan be
ne hêjaye nerînê
biner li rewşa hingê
bûye nîşana cengê
her yek xwezya xwe tîne
bi wê naz û çelengê
çelegî qet ne rehe
por bi meqes û şehe
çendî tengî dûm bike
dawya şevê Sibehe
sibeh kanya hêvyaye
tişt di tûrik nemaye
heger çê be peyva min
ji yezdan ve xuyaye
bi hêvîme ji yezdan
me dûr nexe ji kerwan
kulmek ax ew bide me
li ser xakê Kurdistan
ro ket zerkê bû êvar
zivistanek rût û sar
dawya not û pêncaye
malik va bûn sed û çar.
28.12.1995
*Kovara Jîn, hj: 33, 1999, şam.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ferhadê Içmo şiirlerine dön