Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ferhadê Içmo

Ferhadê Içmo

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurdo!..... kengî tê şiyar bibe, ji xewnên, par û pêr û do!....... heta kengî tê binive li ber awazên, “Felekê çima te li me wakir“ û axînên bi şewat, bikşîne di ber pey’vên stirana “ Derdo “ !...... het kengî....... wê dergehê serê te girtîbe, hember peyva rast û dirist. lê peyva derew, di dilê te de weke xurêl û zîwanê, ji yekê.. dibe sed û dido.!!!!........... mane vaye, kerwanê çerxê bîsta, bi giranî koça xwe barkir. û başbazirganê, çerxê bîst û yekê, gazî te dike, serê.... xwe.... rake.... merdo va... ez hatim serê xwe rake kurdo !!!..... !! Kurdo!..... kurdo bipirse: çima hetanî îro, tu maye li paş..... bi hezarên sala te qeraşî ji xelkêre dikir, lê rokê Ji roja.. te ji dil nexwestiye ku tu bibe xwedî.. aş!!!.... piştî“Saykis û Bîko“mirin, nû te xwe naskir, û tu ma mat û şaş. !...... rokê ji roja, te ji xwe nepirsî: çima ev laşê min, dibe tîfil û telaş......... ka li Caldîranê, te ji kêre nêçîr dikir..!! te di ber kê de weke mêrxasa dikir qêrîn û şabaş!........ dawî...... di navbera, Lozan û Sêfir de, xelkê li te şikandin, hetanî bi hestiyên laş!!!!...... erê........ kurdo.. hîn jî tu dibêje: sed mixabin,barê min girane. û berê min, ketiye kaş!....... erê....kurdo...... Kurdo... ji berî ISA de. li ser riya, kerwanên hevrêşim. te xwe kiribû dergevanekî lewend!.... rokê ji roja, dilê te nebijiya, bac û xeracê, te tazînekir dest... û...zend!!........ di peyre.... li ser agirê, BABA GURGUR, laşê te şewitî û xwîna te, ji xelkêre bibû, Ronak û Elend. !!...... erê....kurdo.... serî rake û bibîne, ça....wa.... li ser sînga dayika te îro avadibin, ev..... Avbend!!......... ez bi tirsim tu di nav avêde bimîne, masîkî rêbar... yan li ser avê tu bibe, bazekî revend!!....... rabe kurdo... li cîhan seranser... bûye dîlan, bûye govend..... guh ned rondikên SEBA, guh ned nalînên NEWA, guh ned.., giryê Saza NEHAWEND........ 15.10.1998 *Kovara Jîn, hj: 44-43, 2000, şam

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ferhadê Içmo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz