Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ferhadê Içmo

Ferhadê Içmo

2 görüntülenme 0 beğeni
Dema baxên rastiyê, bi erzanî, li ser tingê dîrokê, ji bo diryên derewa, dibin qurban.... Dema rewan gurî bibin, û raman genî bibin, û ewrên hêviya sitewr bibin, û nema ji wa bibare, yek dilop baran.... Dema tîrên rojê, bi dizî!!. derkevin û herin ava. û heyiv xwe vedize, ji keriyên sitêr û sîtava. û çeteyên riya kadiza, talan bikin dilê bûk û zava. û dilopên xwînê bibarin, ji çavên Yezdan...... Dema qehreman û mêrxas, têkevin kewara! ! ! û dizên pelên dîrokê, bi weynekî.. bibin.. serkêşên talan û hewara!! û xwedyên xamên jehrîn, bi zora.. navtêdan û piştgirtina fermandara bibin nivîskar.. bibin helbestvan!!..... Dema zarokên biçûk, li sikaka.. bi serê neyar sûnd buxin!! û pêşmergên kevnar, bi zikreşî, li gasîna.. xwîna hevdû vexun!! û zendî ji bo bazirganiyê, ronîvro.. termên pakrewana, ji bin axê derxin!! û bifroşin!!!! bi nerxekî erzan!!....... Dema partîzanên me, heta nîvê şevê, ji çayxana venegerin!! û rêzanên me, li ser masên meyxana, weke mirîşka, di xewre herin!! û zêrevanên me, bibin qehremanên yariyên, pokêr û konkan!!!...... Dema şivanên me, eşkere.. bibin dostên gura.! û dûşivanên me, berxên salê, bi nezanî bidin bi çekura.! û bêrîvanî, ji tirsa.. dernekevin ji hindira.! û keryên me, di meha gon de, bimînin bê beran!!!..... Dema tawanbar, bi serbestî bibe.. fermandarê dadgehê.! û yase, êvarî.. bi hêsrên hejara, xwe tahir bike, ji gunehên sibehê.! û welat tevde, bibe zendan!!!..... Dema bav.. guh nede, nalînên zarokên xwe. ! û dîrok, bibe.. nêçîrvana çîrokên xwe.! û zarok, birevin, ji hembêza,dayikên xwe.! û befir.. nema bibare, li serê zozan!!!..... Dema desthilata çara, bibe.. kodikek vala.! û rastî, li çola. mişext û ewarebe, bi roj û meh û sala.! û kurdayetî, bibe cudabûnek, ji dibistana bav û kala.! û welat perwerî, bibe.. gunehekî giran!!....... Dema xwediyên şella, bibin.. qehremanên çîrokê.! û cih.. ji bo hejara nemîne, li ser tingên dîrokê.! û kevokên sipî bimrin, di navbera, çenên, terez û teyrokê.! û teraziwa dadvaniyê.. bibe.. zirnazîq û hêlan..!!...... Dema tivingên pêşmerga, li paşya sînora, bêne firotin.! û kincên.. zarokên pakrewana, ji ber pîna.. nema bên dirûtin.! û tiving,bi tena xwe bimîne, li çiya, bê mewîj û bê tûtin.! û berkên tivinga, ji guranre.. bibin diran..!!...... Dema..... malzarokên xewna, hişk bibin!. û li pêsîrên hêviya, bibe payîz, û zuhabibin.! û sibehên, biharî.. Heng, ji xewa şêrîn, ranebin!. û çardehê, Nîsanê, şaxik nepişkivin, û gul û çîçek, venebin!. wê çaxê.!..... bera.................. yezdanê dilovan, ji ezmanê hefta, sê fatîha bixwîne, li ser.... kavlên kurdistan..!!..... 2.4.1999 *Kovara Jîn hj: 30, 1999, şam

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ferhadê Içmo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz