Delala min ..
dema sitêrên ezman,
di hêlînên xwe de,
vedimirin .....
dema xewnên kevnar ,
li ser rêça kadiza,
tên .. û diçin ..
û dibihirin .....
dema kerwanên bîranîna,
ji zozanê hêviya,
dadikevin ..
û li dora min ,
mîna perwana ..,
dirêsin,
û dizîvirin .....
dema şev .. ,
li min dibin roj ,
û roj li min dibin şev ,
hiş û dilê min ,
hevdû winda dikin ,
lêê.. ji bo....,
bihara çavên te ,
li hevdû ...
vedgerin .....
dema ez dibim,
çîrokeke winda,
tenê çavên te ,
liii .... min ...
dinerin .... !
08.11.1998
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ferhadê Içmo şiirlerine dön