(Ev helbest, diyariye ji bo: hersê endamên perlemanê: Kemal Derwîş, Ebdul Hemîd Derwîş û Fû’ad Elîko di gel rêz û silavê min.)
Emê bibin yek, ji bo hêsrên we,
do bû we digot
ji pişta masa, we bi peymana,
çav û dil disot
beyara kevnar bi gîsnê hêvya,
li rû we ajot
piştî zozana, we em avêtin,
xakê dûz û kort
Do bû we digot: emê avakin,
lûs û hêlîna
li ber pencera, emê biçînin,
gul û nesrîna
ji ser lêvên we, em bavêjin
sazên nalîna
sozên biharî, bûn sedqa serê
germa havîna
We em kirin gog,li ber kaşiwê,
hov û qeşmera
kes me nabîne, dûrî hêsirên,
êş û kesera
di çerxê bîsta,em man perîşan,
dûrî şehera
perwan direvin, îro ji sawa,
dêmên porzera
hin ji we heyvin,hin ji we rokin,
gernasin bi dev
roja cirîdê, weke pilinga,
xurtirin ji hev
nayê bîra we, doza yekîtye,
berî danê şev
em ji xebatê, tenê nasdikin,
niç û na û rev
Beydeqên xelkê, bi pêşde diçin,
dikin bibin mîr
lê beydeqên me, ji hev belane,
tev bûne nêçîr
em tev kevanin, jîr û rêzanin,
kes xwe nake tîr
hîn jî li şerin, rex û hespên me,
bê şah û wezîr
Heger gemyên me, nekevin sînga,
mertalên pêla
tîş û perçên xwe, heger em nedin
ber çivên kêla
weke birûska, dengê me neghê,
sînorên êla
wê tim xemgînbe,qehremanê Kurd
li paşya têla
Kî bi nivişta, hingiv derdixe,
ji zik kewara
bê berf û baran,kengî geşdibin,
gulên bihara
şîva guraye, berxê hêlayî,
li şûna wara
tev pîr û jîrin, lê kes guh nade,
qîr û hewara
destê bi tenê, li çebka naxe,
hilnake êşa
gula bi tenê, dibe hêlîna,
kêzik û mêşa
çavê li derya, tu car têrnaxwe,
ji xêr û bêşa
naghê doza xwe, ê ku bi kulma,
here dirêşa
Ma em nabînin, kanî çi dibe,
li nava cîhan.
piştî çil salî, waye bûne yek,
du tîşên ELMAN.
ji bo yekîtyê, kes lê napirse,
buha û erzan.
tenê şûrê kurd, maye rizyayî
di nava kalan.
20.11.1990
*Kovara Gelawêj, hj: 21, 1991, Qamişlo
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ferhadê Içmo şiirlerine dön