Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ferhadê Içmo

Ferhadê Içmo

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez ji roja, tenê îro, xwe dibînim weke hêka, li rastê... ne min doste,ne min yare, ne min ware ne mizgînek, ji dostê... topê êşa, wek cawfiroş, va dipîvim bi tilya û bi histê... çima îro, her tuşt bi min, reş û zere kanî sozên, xuristê... Ne zendîme, ne mirîme, ez rêwîme di navbera, vir û wir... rewanê min, di gel peyvê, penabere rastî ket’ye, bin kevir... rêça durist, rimek tûje, nazîvire li buhirê, ji agir... hê ji mêj de, rastiya rût, xwediyê xwe davê rêza, ê gawir... Cendî rastî, bi min xweşbe, lê bi hinka tale wekî, zilindar... hek bi xwere,ez ne rastbim, şerme rokê ez dev bavêm ê neyar... bi derewên, pûç û vala, li baxê me nabî mêvan, yek bihar... tovê derwa, çendî pirbe, serî nade hox dimîne, tev beyar... Li paş ewra, rastî jar û şermezare îro maye, nependî... xweş xuyaye,rastgo temen, derbasdike bi jiyanek, revendî... bi derewên, xemilandî, heta dawî kes namîne, Efendî... gotina rast, xwediyê xwe, piştî jînê davê rêza ê zendî... rastî jîne, jîn birîne, hês’r û xwîne qîr û hewar, man girtî... hin dixwazin,dengê rastyê windabikin li nav derwa, bi xurtî... li vê jînê, rastî xewnek, pir kevnare tê veşartin, bi sertî... rastî çiye. ka li kuye. bê xwediye îro maye, veşirtî!.. 1.3.1999 *Kovara Jîn, hj: 42, 2000, şam.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ferhadê Içmo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz