Ne ez tenê.......
evîndarê çavên te me.......
di nav pencê destê mirnê.
ne ez tenê,
pesindarê lêvên teme.......
di zindana reş û sar de,
di nav pêtên ag’rê har de,
ne ez tenê,
hêv’ya roj û şevên teme...
ey Dîlbera jar......,
sîh hezar hezar,
mane dîl û jar,
li pey navê te,bûne evîndar,
ne ez tenê,
teşî rêsê, lavên te me.......
ne ez tenê,
nêçîra nav davên te me.....
ne ez tenê,
evîndarê çavên te me........
28.8.1996
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ferhadê Içmo şiirlerine dön