Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

T. S. Eliot

T. S. Eliot

2 görüntülenme 0 beğeni
Nîsan ji mehan ya herî dijwar e, şilêr Ji zemîna mirî dibişkivîne, bîr û hêviyan tev hev dike, rehên Bêxêr ji niv re bi barana biharê vedijîne. Zivistanê em germ hiştin , zemîn Dinixwimand bi berfek tije jibîrkirin, jiyanek Hindik bi petatokên zuha bi xwarin dikir. Havînê em matmayî kirin, dihat di ser Starnbergersee re Bi xurrek baranê re; em rawestiyan di Stûnrêyekê de, û di ronahiya rokê de em çûne gulistana malê me qehwe vexwar, saetekê ştexilîn. (Bin gar keine Russin stamm, aus Litauen, echt deutsch) Yekcar ne rûs im, malbata min vedigere Lîtwaniyayê, elmanek Xwerû me û dema em zaro bûn, diman li archduke`s, pismamê min, ez birim derve li ser şemitokan, û ez ditirsiyam. Wî got, Marie, Marie, baş zeft xwe bigire. û em bi jêr de çûn. Li ser çiyan, li wir merov bi azadiyê hest dibe. Ez dixwînim, tevahiya şevê, û dirim başûr di Zivistanê de. Ev çi rehên ko xwe zeft digirin, çi şax hildiperikin Ji vê gemmara keviriyane? Lawê merov, tu nikarî bibêjî, yan hizir bikî, ji ber tu tenê komek ji wêneyên şkestî dizanî, li cihê ko rok lêdide, û darên mirî ti parastinê nadin, û sîsirk jî ti bêhnfirehiyê, û kevirê zuha dengê avê belav nake, tenê sîk heye di bin vî kevirê sor de, ( derbasbe bin sîka vî kevirê sor), û ez dê tiştekî cuda pêş te bikim ji Sîka te sibehê ya bi dû te de bazdide Yan sîka te êvarê radibe bo bigihêje te; Ezê tirsê di kulmeke ji tozê de nîşanî te bikim. (Frisch weht der Wind Der Heimat zu Mein Irisch Kind Wo weilest du?) Hênik ba radibe Bi aliyê welat de Lawikê min yê îrlendî Ma tu li kû mayî? “Te kulîlkên yaqûtî berî salekê dane min; û wan ez keça kulîlkên yaqûtî bi nav kirim.” û dema em vegeriyan , dereng, ji bexçê yaqûtiyan, zendên te tije bûn, û porê te şil bû, min nikarîbû biaxivim, û çavên min çûne hev, ez ne sax û ne mirî bûm, min ti tişt nizanîbû, li dilê ronahiyê dinerî, bêdengiyê. (Oed` und leer das Meer) Madtirş û vala ye derya. Xanim Sosostris, fehlvekira navdar, bi bapêşekê giran bû, tev wilo jî naskirî ye ko ew pîreka herî hişdar e di Europe de, Bi destak ji kaxezên iblîsiyane. bigire, wê got, ev kaxeza bextê te ye, deryavanekî fînîqî yî binavbûyî, ( Ev aniha lûlû ne ko çavên wî bûn, binere !) va ye Belladonna, serdesta kendalan, Serdesta rewş û hewalan. Va ye zilamê bi sê daran, û va ne çerx û dûlab, û va ye bazirganê bi çavekî, û ev kaxez, ya ko vala ye, tiştekî li ser pişta xwe hildigire, û ji min re qedexe ye dîtina wî. Ez zilamê bidarvekirî nabînim. Hay ji mirina bi avê hebe. Ez komên xelkan dibînim, li dora xwe digerin wek hingulîskekê Sipas dikim. Ko tu dosta min xanim Equitone bibînî. Jê re bibêje ezê neqşeya fehlvekirinê bi xwe bînim: Merov divê hayê wî jê hebe van rojan. Nerast bajar, Di bin mija qehwerengî de ya berbangekê zivistanî, komên xelkan di ser pira Londinê re diherikin, wisa pirr . Min nizanîbû mirin bi serê wilqsan hatibû. Ahîn, kurt û carcaran, dihatin berdan, û her zilamî çavên xwe avêtibûn pêşiya lingên xwe. Diherikîn ji gir ta jêrî kolana qiral William , Cihê ko Mary Woolnoth ya pîroz li saetan miqate bû Bi dengekî mirî dema lêdana dawî ya nehemîn. Li wir min yek dît ko ez wî dinasim, û min ew bi qîrînekê sekinand:` Stetson! `Tu yê tu bi min re bûyî di keştiyê de li Mylae! `Ew termê te di gulistana xwe de par çandibû, ´Ma dest bi mezinbûnê kiriye? Ma wê vê salê geş bibe? `Yan qeşa ji nivkê ve tade li axa wî kiriye? `Oh ji niha û pêde kûçik dûrî wî girêbide, ew dostê merovan e, `Yan ew dê bi lepûşkên xwe dîsa wî vebikole! `Tu ey gotarvanê durû!—yê mîna min,-- ey birayê min!` Ji ingilîzî : Ebdulrehman Efîf

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
T. S. Eliot şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz