Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

T. S. Eliot

T. S. Eliot

2 görüntülenme 0 beğeni
"S`io credessi che mia risposta fosse A persona che mai tornasse al mondo, Questa fiamma staria senza piu scosse; Ma per cio che giammai di questo fonfo Non torno vivo alcun, s`i`odo il vero, Senza tema d`infamia ti rispondo.1" Wê hingê em herin, tu û ez, Gava ku êvar dena xwe dide esmên, Wekî nexweşekî li ser maseyekê xewirî; Em herin, di kuçeyên binîşan î nîvxalî re, Vedimire nûhirîna Şevên bêxew di hotêlên berdîberdan î yekşevî de Û li aşxaneyên bi ardemişar û qalikên îstirîdyeyan ve: Kuçeyên ku wekî devjenîyeke zehlekar A mebesta kone raçav dikin Te têvedidin pirseke êrîşkar... Axx nepirse, `Ew çi ye?` Em herin û serdana xwe bikin. Di odeyê de jin pêgermokê digerînin Behsa Michelangelo dikin Mija zer î pişta xwe di camên pencereyan dide Morana zer î pozê xwe di camên pencereyan dide Bi zimanê xwe quncikên êvarê dalêst, Li ser birkên di hundirê çiranekan de werqilî, Hişt tenîya ku ji rojingan dadirije bi ser piştê bikeve Di ber berbanikê re şiqitî, ji nişkê ve qevazek da, Dît ku şeveke nerm a kewçêrê bû, Li dora xênî çivek da xwe, di xew re çû. Û bera jî wê dem hebe Ji bo morana zer a ku di kuçeyê de dikişe Pişta xwe di camên pencereyan dide; Wê dem hebe, wê dem hebe Ji bo amadekirina rûyekî ku rastî rûyên ku tu rast têyî bê; Wê dem hebe ji bo kuştin û afirandinê, Dem ji bo destên hemû kar û rojên Ku pirsekê radikin û dadixînin teyfika te; Dem ji bo te û ji bo min, Dîsa jî dem ji bo bi sedan dudilîyan, Ji bo bi sedan dilbêjî û çavpêxistinan, Berîya xwarina tostekê û vexwarina çayekê. Di odeyê de jin pêgermokê digerînin Behsa Michelangelo dikin Û bera jî wê dem hebe Ji bo matmayînê, `Ma ez diwêrim?` û `Ma ez diwêrim?` Dem ji bo vegerînê û di derenceyan re daketinê, Bi keçelê di orta porê min de – Wê bibêjin: `Hela porê wî çi qas firk dibe!`) Qapûtê min, berstûya min a ku hişkehişk hildikişe zenîya min, Kiravêta min rengrengî û bêmirês e, lê bi sincakeke petî xwe nîşan dide – (Wê bibêjin: `Lê hela mil û ling çawa lê zirav bûne!`) Ma ez diwêrim Gerdûnê zivêr bikim? Di deqeyekê de dem heye Ji bo biryaran û çavpêxistinan, ku dê deqeyek wê yekê vajî bike. Ji ber ku hemûyan nas dikim, nas dikim hemûyan – Êvaran, beyanîyan, piştî nîvroyan nas dikim, Min jîyana xwe bi kevçîyên qehweyê rokir û pîva; Nas dikim dengên ku bi payîzeke li ber sikratê vedimirin Li ber muzîka ku ji odeyeke cîran tê. Wê hingê divê çawa têderxim? Û çavan nas dikim, nas dikim hemûyan – Çavên ku te di derbirrîneke misoger de bi cî dikin, Û gava ku ez têm eşkerekirin, dipijilim ser sincakekê, Gava ku têm pêvekirin û çiv didim xwe li ser dîwêr, Wê hingê divê çawa dest pê bikim Çêlî hemû roj û karên xwe yên dawîşêtî bikim? Û divê çawa têderxim? Û milan nas dikim, nas dikim hemûyan – Milên bazinî, spî û tazî (Lê li ber ronîya lempeyê, li gel porê qehweyî yê vekirî di rex de hatî!) Ma bêhna parfûmê ye ji kincekê tê Min wiha ji babetê bi dûr dixe? Milên bi maseyekê de dirêjbûyî, an xwe li dora şalekê pêçayî. Û ma wê hingê divê ez têderxim? Û divê çawa dest pê bikim? . . . . . . Ma bibêjim, di tarîgewrika êvarê de di kuçeyên teng re derbas bûm Ketim temaşeya dûyê ku bilind dibe ji qelûnên Mirovên tenê yî bertena kurtikan, ku derdikevin ber pencereyan?... Divîya bibûma cotek pencikê zivir Ku xwe berdide zemînên deryayên bêdeng. . . . . . . Û piştî nîvro, êvar, wisa aram radizê! Ji alîyê tilîyên dirêj ve hatiye şayîkkirin, Di xewê de... betilî... an jî xwe li nexweşîyê datîne, Li ser raxerê dirêjbûyî, va ye di navbera te û min de. Qey divê, piştî çay û kek û şerbetên sar, Zorê bidimê, kêlîyê bajom tayê? Lê tevî ku girîyam û min rojî girt, girîyam û min başkurî kir, Tevî ku min serê xwe dît (porê min peşkekî weşîyaye) di teyfika serwêsê de, Ez ne pêxember im – vê yekê jî girîngîya xwe nîne; Min dît kêlîya mezinîya min velerizî; Û min dît Garsonê nemir qapûtê min girt, tinazê xwe bi min kir, Kin lêxim, tirsîyam. Digel vê yekê, qey hêjayî wê yekê bû, Piştî fincanan, marmeladê, çayê, Di nava porsêlenan de, di nava galegaline te û min de, Qey hêja bû, Me bûjen bi kenekî gez kir, Rojgar di hundirê gogekê de dewisand, Ji bo ku em wê bigindirînin ber bi pirsine giran, Da ku em bibêjin: `Ez Lazarûs im, ji ba mirîyan têm, Vegerîyam ji bo ku her tiştî ji we re derevekim, ez ê her tiştî ji we re derevekim` – Eger yek balgîyekî bide ber serê wê, Ku ez bibêjim: `Tiştê min xwest bibêjim hîç ne ew bû. Tiştê min ê bigota hîç ne ew e.` Digel vê yekê, qey hêjayî wê yekê bû, Qey hêja bû, Piştî avaçûnên rojê, piştî hewşan û kuçeyên avreşînkirî, Piştî romanan, fincanên çayê, pêşên bi awayekî betilî raxerê gav dikin – Ev û hê gelekên wiha?.. Ne pêkan e ez gotina xwe bê kêmasî qise bikim! Lê weku çiraxeke efsûnî li ser perdeyekê rîşeyan li moçikan zêde bike: Qey hêja ye Eger yek balgîyekî bi cî bike, an şalekê bigire bavêje, Berê xwe bide pencereyê, ku bibêje: `Tiştê min ê bigota hîç ne ew e, Tiştê min xwest bibêjim hîç ne ew bû.` . . . . . . Na! Ez ne Mîrze Hamlet im, armanca min jî nebû; Lordekî xulam im, yekî ku wê Pêşketinekê binitirîne, çend sehneyan bide destpêkirin, Mîrze şîret bike; bê şik û guman, peyayê her karî, Giramgir, dilgeşê kêrhatinê, Konevan, baldar û xeşîm; Gotinbêjekî berz, lê piçekî serhişk; Carinan, bi rastî, hema hema qeşmer; Ti namîne, carinan, Hişsivik. Kal dibim... Kal dibim... Ez ê daw û delingên xwe hildim. Porê xwe di paş de nîvonîvo bikim? Ma ez diwêrim xoxekê bixwim? Ez ê şalê ji cawê spî li xwe bikim, dakevim kevîşenê. Min serperîyên ku ji hev re distrandin bihîstin. Yeqîn nakim ji min re bistrên. Min dît li pêlan siwar bûbûn, dajotin ber bi deryayê Şeh dikirin porê spî yê pêlên ku difirikin Gava ku ba pifî ava spî û reş dike. Destê me ji odeyên deryayê nebû Li gel deryakeçikên bi kevza sor û qehweyî nixamtî Heya ku dengên mirovan em hişyar kirin û em xeniqîn. 1- "Eger bifikirîyama ku wê bersiva min bibûya bo yekî paşê vegere dinyayê, wê ev rivîn bêyî tevgereke din dimaya; lê ji wê rojê de ye ku hîç kes zindî venegerîyaye ji vê kûranîyê, tiştê ku min bihîstiye rast be, te dibersivînim bêyî tirsa nemerdîyê" (Dante, Inferno 27.61-66) Guido da Montefeltroyê di hundirê rivîna xwe de girtî mayî (cezayê ku li şêwirmendên sextekar dihate birrîn) rûreşîya jîyana xwe ya nebaş vedibêje ji Dante re, ji ber ku bawer dike wê Dante hîç venegere ser rûbarê erdê, jê re behsa vê yekê dike. (nîşeya wergêr) Ji Îngilîzî: Kawa Nemir *Jêderk: Welatê Bejî û Deh Koroyên `The Rock`ê, T. S. Eliot, Ji Îngilîzî: Kawa Nemir, Nîsana 2004`an, Weşanxaneya Bajar, Stembol, rp. 19-23. Soranî: Eger bawerim bikirdaye welam ekem bo yekêke Be yekcarî degerêtewe bo dunya, Em gire çîtir zimaney nededa. Belam çunke qet kes lem cîhane qûle negeratewe Eger ewey deybîstim rast bê, Bê tirs le rûdanî hîç nagehaniyek welamit dedemewe. Deba biroyn. Min û to, Le katêk da ke êware wek nexoşêkî bêhoşkewtûy sermêz Rûh û asman radekişê; Deba biroyn, benaw şeqame diyarîkirawe nîmçe çolekan, Be naw silemînewe wurênawîyekanî Şewe narehetekanî hotêle yekşewîye herzanekan û Xwardingey ardedarawî û pir le sedef: Ew şeqamaney wek giftûgoyekî bêzarkerî niyazpîs Bedway yek kewtûn Ta berew pirsiyarêkî sextit biben… Ûh, mepirse, “çîye?” Lêgerê ba biroyn ziyaretekeman bikeyn. Le jûrewe afretekan dên û deçin Lebarey Maykilengîlowe dediwên. Teme zerdeke ke piştî xoy le mînay pencerekan helsiwê, Dûkele zerdeke ke liçî xoy le mînay pencerekan heldesiwê Goşekanî êwarey be ziman lêstewe, Leser gomîlke gîrsawekanî cogekan xoy diwaxist Ta ew tenyey le dûkelkîşekan berdebêtewe bikewête serpiştî, Leser sekoke xizî û lepir bazî da, Ke bînî şewêkî xoşî Oktobere, Carêk be dewrî maleke da sûrayewe û xewî lêkewt. Le rastî da kat debê Bo ew dûkele zerdey be dirêjayî şeqamekan dexilîskê û Piştî le mînay pencerekan heldesiwê, Kat debê, kat debê, Bo amade kirdinî rûxsarêk bo bînînî ew rûxsaraney çawit pêyan dekewê, Kat debê bo kuştin û dirust kirdin, Kat bo gişt roj û karî destî Ke pirsyarêk berz dekenewe û helîdedene naw qapeket, Kat bo sedeha guman û Sedeha şebeng û hatinewe serxo, Pêş xwardinî estuk û çayek. Le rastî da kat debê Bo lexwopirsîn, “Aya curet dekem?” û “Aya curet dekem?” Kat bo geranewe diwawe û dabezîn le pilîkanekan, Be xom û peleyekî rûtawey nawerastî serim (Ca delên: “Qijî çon rûtawetewe!”) Be saqoy beyaniyanim û yaxe rêk berz buwekem ta çenage, Kiravêtekem poşte û girabeha, belam be derzîleyekî sade ragîrawe (Ca delên: “Dest û qaçekanî çend barîk in!”) Aya curet dekem? Gerdûn bişêwênim? Le xulekêk da kat heye Bo biryar û paşgezbûnewe ke xulekêkî dî lenawyan debat. Çunke min hemûyanim nasîwin, demêke hemûyanim nasîwin, Êwarekan, beyanîyekan paşnîweokanim nasîwin, Jiyanim be kewçikî qawe pêwawe, Min ew dengane denasim Ke be kewtinêkî giyanelaamêz Le jêr mosîqay jûrî dûrekan da demirin, Ca çon curet bikem? Min demêke çawekanim nasîwin, hemûyanim nasîwin Ew çawaney detxene naw wajeyekî darêjraw Ke darêjram, leser derzîleyek pan dekrêmewe Ke be derzîlewe dekirêm û leser dîwar lûl dedirêm Çon dest bikem be hênanewey paşerokî roj û rêgakanim? Ca çon curet vikem? Min demêke qolekanim nasîwin, hemûyanim nasîwin Qole pir bazin û spî û rûtekan (Belam leber rûnakî çira be gendemûy qaweyî dapoşrawin!) Eme ‘etrî kirase wa gêjî kirdûm Ew qolaney leser mêz dirêj kirawin ya le şal werpêçrawin. Aya ew kate curet dekem? Çon dest pê bikem? Aya, detwinim bilêm paş xorawabûn be şeqame teskekan da têperîm Riwanîme dûkelî berzbiwewey paypî ew piyawe tenhayayek Ke be kirase qoldarekaniyanewe Xoyan beser pencere şor dekirdinewe? Debwaye cûtê çirnûkî nahemwar bim Binî derya bêdengekkan heldirim. Paşnîwero ya êware beasûdeyî dexewê! Be pencey dirêj dilnewayî dekirê Borijaw… hêlak… ya xoy nexoş dekat, Lêre, le tenîşt to, le tenîşt min Leser zewî lêy radekişê Aya detiwanim diway ça û kêk û bestenîyekan, Xulekêk berew giritekanî bibem? Belam herçende min giryam û berojû bûm, giryam û paramawe, Gerçende serî xom (ke kemêk rûtawetewe) bînî Leser sînîyek pêşkeş dekira, Min pêxember nîm û meseleyekî gewreş le ara da niye Satî gewreyî xomim bînî bela da deçû, Xizmetkarî hemîşeyîm bînî saqoy degirtim û be moniyewe degirjiyewe, Be kurtî, tirsam. Aya paş gişt emane, ewe dênê? Paş mirebba ça û kûçekan, Le nêwan şer e û le nêwan hendê qisekirdin leser to û leser min, Aya ew kate ew dênê Meseleke be bizeyek bibirêniyewe, Gewdûn bigûşî û bîkeyte topêk Xilorî keytewe berew çend pirsyarêkî sext û Bilêy: “Min Lazaroz im, le lay mirduwekanewe hatûm, Hatûm hemû şitêktan bo bigêrimewe, hemû şitêktan bo degêrimewe”, Eger yekêk serînêk bixate jêrserî, Delêt: “Mebestî min ewe nebû, be hîç şêweyek Ewe nebû, be hîç şêweyek”. Aya paş gişt emane, ewe dênê, Aya şayîstey ewe ye, Paş xorawabûnekan û berderga û şeqame rişênrawekan, Paş çîrok û îstîkan û tenûrekan Ke leser zewî dexişên – Eme û zorî leme ziyatir? – Mehale bitiwanim mebestim derbirim: Belam wek bilêy fanûsêkî efsûnawî Demarekanî bo nimûne firêdabête serşaşe Aya ewe dênê Eger yekêk serînêk dabinêt ya şalêk tûr helbidat Ruwe û pencere wersûrê, bilêt: “Be hîç şêweyek ewe nebû, Mebestî min ewe nebû, be hîç şêweyek”. Nee! Min Mîr Hamlêt nîm û nemwîstuwe bibim be ew Min nokerî mîr im, yekêkim jimarey dest û pêwend ziyad dekat Yek ya dû pewde deniwênê Amojgarî mîr dekat, bêguman, amrazêkî giwêrayel Berêz, hez dekat sûd bibexşê Bilîmet, huşyar, dûdil Qisepir, belam kemêk gêl Hendê car, le rastî da zor car, pêkenînewî – Zor car, hendê car, kewden. Min pîr debim… Min pîr debim… Şerwalekem serewjêr lepêdekem. Qijim ciya bikemewe û helîdeme diwawe? Aya curet dekem xoxêk bixom? Şerwalêk le fanîley spî le pêdekem Le kenar derya piyase dekem Giwêm le dengî perîyekanî derya bû Goranîyan bo yektirî dewut Bawer nakem bo min bilên. Bînîmin berew pantayî siwarî şepolekan debûn Qijî spî şepole berewdiwa perşibuwekan dadehêna Le katêk da ke ba yarî be awî reş û spî dekird. Legel perîye razawekan Begyay deryayî sûr û qaweyî Xoman dexzênîne jûrekanî derya Ta dengekanî ademîzad bêdarman dekenewe^û Dexinikêyn. Wergêranî le Îngilîzîyewe: Nezend Begîxanî Serçawe: Hêvî, j. 8, 1992. Latînîzekirin: Înanolo

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
T. S. Eliot şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz