Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

T. S. Eliot

T. S. Eliot

2 görüntülenme 0 beğeni
Kenebeya ko tê de rûniştibû, mîna textê qiralekî şewqdar li ser mermerê çirisî,li cihê ko neynikê, Li ser lingine bi textê rezê tirî çêkirî jê Cupidon serê xwe derxistibû (Yekî din çavên xwe di bin baskên xwe de veşartibû), şewqên mûmdanka heftşaxîn dutaq dikir Ronahî li ser masê belav dikir dema çirûskên morîkên wê radibûn da bigihêjin wê, ji hêla sindoqên tije yên hevirmêşîn. lewenta wê ya seyr di qutîkine ji acê û şûşenine rengîn Devvekirî, xwe hiltanî, melhemine, bodirine, yan bi awakî lihevketî -avînî, hest şaş û bin avî xweşbêhnekê dikirin; şiyarbûyî ji aliyê ba ve yê ji hêla pencerê de dirabû, û wiha guliyên agirê mûmdankê qalind dibûn û hildikişiyan, dûmana xwe davêtin laquearia, û neqş û awayên banê textîn Beştine deryayî bi nihas bedewkirî Vêdiketin kesk û pirtiqalî, bi kevirê rengereng Pirwazkirî, Di ronahiya wê ya kovan de delfînekî textîn avjenî dikir. Li ser cihê êgir hatibû daliqandin Têbê pencereyek bi ser dîmenekê darstanî de vedibe Guhertina Philomel, ya ko qiralê berberî Bi kûvîtî ew ji keçikanî xistibû ; ta aniha bilbil Hemû biyaban bi dengekî pîroz nebirînbar dadigirt û ew digiriya, û hîn cîhan bi dû de bû, `den den` ji guhên qirêj re. û depine din zuhabûyî yên zemên çîroka wan li ser dîwêr bû; awanine bi dirêjayî dinerîn Diketin, xwe dirêj dikirin, ode bi hêmeniyê dipêçan. Dengên lingan li ser derencan kirin reperep. Li jêrî ronahiya êgir, di bin firçê de, porê wê Filitî bi niqtenine agirîn çirisîn di gotinan de, û bêdengiyek kûvî. `Rehên min pirr xerab in vê şevê. Erê , pîs in. Bi min re bimîne. Bi min re biaxive. çima tu yekcar naaxivî. Biaxive. Tu di çi de diramî ? çi diponijî ? çi ? Ez yekcar nizanim tu di çi de difikirî. Diramî.` Ez dibêm em li rêdaristana mişkan in Cihê zilamên mirî lê hestiyên xwe winda kirine. `Ew çi qareqar e?´ Ba li jêrî derî. `Ev çi qareqar e ji nû ve? Ba çi dike?´ Ne tiştek e dîsa netiştek. `Ma Tu tiştekî nizanî? Ma te ti tişt nedîtiye? Tê Bîra te Netiştek ?` Tê bîra min Ew niha durr in yên berê çavên wî bûn. ` Tu sax î, yan na? Ma ti tişt di serê te de nîne?´ Lê Oh oh oh oh ew mûzîka şikispîriyane- çiqasî xweş e çi jîrek e `Divê ez aniha çi bikim? Divê ez çi bikim? Divê bazbidim derve wilo wek xwe, di kolanê de bibezim Bi porê xwe yê bi jêr de, wisa. Emê çi bikin Sibe? Ma bi giştî divê em çi bikin?´ Ava germ saet deh. û ko baran bariya, tirimbêleke girtî saet çar. û divê em lîskeke şetrencê bilîzin, Dema mêrê Lil ji leşkeriyê vegeriya, min got— Min gotinên xwe tenik nekirin, min bi xwe jê re got, De bilezîne ji kerema xwe re dem e Va ye Albert vedigere, xwe piçekî Biedilîne. Wê bixwaze nas bike bê ka te çi bi pereyên wî Dabûne te Bo tu hineke diran ji xwe re çêbikî, kiriye. Wî wisa kir, ez li wir bûm. Divê tu wan giştika bavêjî, Lil, û ji xwe re taximekî Xweşik çêbikî, Wî got, ez sûnd dixwim, ez nikarim li te binerim. û ez jî nikarim, min got, û di Albertê Belengaz de bifikire, Ev heye pênc sal ew li leşkeriyê ye, ew demekê Xweş hêvî dike. û ko tu nedêyê. Hinine din hene, min Got. Oh ma hene, wê got. Erê wisa, min got îcar ez dê nas bikim bê sipasiya kê bikim, wê got, û awirek Li min veda. Bilezîne ji kerema xwe re dem e Ko tu jê hez nekî tu dikarî wisa berdewam bikî, min got. Lê ko Albert çû, wê sedem ne sedema kêmgotinê be. Divê tu fedî bikî, min got, ko wisa pîr Tu xuyanî dikî. ( û ew tenê hîn sîh û yek salî ye.) Ne bi destê min e, wê got, bi rûyekî dirêjbûyî Ji wan hebên ez dixwim, bo avis nebim, wê got. ( Pênc zarwên wê hene, û hema miribû bi anîna George re.) Yê kîmyager got wê hertişt baş bibe, lê yekcar Ne a berê me. Tu bêhişek birra yî, min got. Baş e, tê binere, ko Albert dev ji te berneda, min Got îca çima hûn zewicîne ko hûn zarokan Naxwazin? Ecele bike ji kerema xwe re dem e Baş e, wê yekşemê Albert li mal bû, rehnê Berazekî biraştibûn, û wan ez mêvandarî şîvê kirim, bo xweşbûnê Bi hev re em par bikin ho— Bilezîne ji kerema xwe re dem e Bilezîne ji kerema xwe re dem e şev baş Bill. şev baş Lou. şev baş May. şev baş. Ta ta. şev baş. şev baş. şev baş, pîrekino, şev baş, pîrekên şêrîn, şev Baş, şev baş. Ji ingilîzî : Ebdulrehman Efîf

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
T. S. Eliot şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz