Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

T. S. Eliot

T. S. Eliot

2 görüntülenme 0 beğeni
O quam te memorem virgo... ... Raweste li ser pêpelûka jorîn a derenceyê - Pala xwe bide guldankeke bêxçe - Bihûne, bihûne tavê li porê xwe - Hembêz bike kulîlkên xwe bi matmayîneke liyan - Wan daweşîne erdê û bizivire Bi dilmayîneke derbeder di çavên te de: Lêbelê bihûne, bihûne tavê li porê xwe. Min destê wî wiha ji wê dikir, Min keçik wiha aş dikir, dikire nava xeman, Wî wiha dihişt diçû Wekî giyan bedenê diriyayî û bi kul û bi birîn bihêle, Wekî hiş bedena ku bi kar aniye çol bike. Min diviya peyda bikira Riyeke bê hevta ronî û şareza, Riyeke ku me her duyan jî fam bikira, Hêsan û bêsoz û bêqerar, mîna kenekî û desthejandinekê. Wê berê xwe da çû, lê bi hewaya payîzê re Bi rojan dor li aşopa min girt, Bi rojan û bi saetan: Porê wê li ser milên wê û milên wê tijî kulîlk. û metel im çawa bi hev re dibûn! Ez ê ji jestekê û ji bizavekê bimama. Carinan ev ponijan hê jî şaşwaz dikin Nîvşevên şepirze û vêsanên danê nîvro. Ji Ingilîzî: Kawa Nemir, "Welatê Bejî û Deh Koroyên `The Rock`ê", r. 42, Weşanên Bajar (La Figlia Che Piange: Xamaya Ku Digirî) (O quam te memorem virgo: bi Latînî, Lêlê keça xama, bi kîjan navî te bi nav bikim?)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
T. S. Eliot şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz