Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

T. S. Eliot

T. S. Eliot

2 görüntülenme 0 beğeni
Konê çem şikest; tiliyên dawî yên pelan Hatin hev û di perava şil de çûn xwarê. Ba Di ser erda qehwerengî re çû û hat, bêpêjin. Periyan Bar kirine. Ey Thamesê şêrîn, bi nermayî biherike, ta stirana xwe bînim dawî. çem ranahêje ti şûşên vala, kaxezê Sendewîşan, beşkîrên hevirmêş, sindoqên kertonî, qûncikên çixaran an bemayine din yên şevên havînê. Periyan bar kirine. û dostên wan, mîratxwerên şeydane yên birêvebirên Bajêr; Bar kirin, û ti navnîşan li paş xwe nehiştin, Ez li ber ava Leman rûniştim û giriyam… Thamesê şêrîn, hêdî-hêdî biherike ta stirana xwe bigihînim dawî, Thamesê şêrîn, hêdî biherike, ji ber ez ne bilind û ne dûdirêj diştexilim. Lê li paş xwe di bayekî sar de dibhîzim teqeteqa hestiyan, û hîqehîqek belav dibe Ji guhekî ta yê din. Mişkek di nav giya re bi dizîka dibihure Li ser peravê zikê xwe yê şilovilo dikişkişîne çaxa min di qenala rûtirş de masî digirtin Di êvarekê zivistanê de li paş xaniyê xazê Diponijîm di mirina bavê xwe yê qiral de û bermayên şikestî yên keştiya birayê xwe Laşine tazî li ser erda şil û hestiyine belavkirî di odeyek nizim û zuha li jêrî ban Tenê lingên mişkan reqereq û teqteqên ji wan tînin, ji salê ta salê Lê li paş xwe ez dibhîzim ji bîskekê ta ya din Dengê tûtûkan û tirimbêlan yên gerek Sweeney bînin ji xanim Porter re di biharê de. Oh heyv pirr fireh li ser xanim Porter de hilat û bi ser qîza wê de Lingên xwe di ava soda de dişûştin Va ne awazên zarokan li hewşan distirên Twit twit twit Den den den den den den Wilo bi hovîtî ji keçkanî hate xistin. Tereu Bajareke derew Di bin mijek qehwerengî de ya nîvrojekê zivistanê de Eugenides efendî, bazirganê izmîrî Rûnejêkirî , bi bêrîkekê tije mewîj Gihandina Londinê: belgenameyine li ber çavan, Bi ferensiyekê devkî ez vexwendim Firavînekê li ûtêla Cannon Street û heftîdawiyekê li Metropolê . Di saeta binefşiyane de, çaxa ko çav û pişt radibin ji ser masa nivîsandinê, dema haleta Meroviyane bendemanê dike Mîna teksiyekê lerzdar di bendemanê de, Ez Tiresias, bi ser ko kor im jî, dilerzim di navbera Du jiyanan de, Zilamekî pîr bi çiçikine pîrekekê merçiqî, dikarim Bibînim di saeta binefşiyane de, çaxa çav û piştan Bi aliyê malê de dajo, û yê deryavan ji derya vedigerîne malê, Nivîskara li ser dektîlo çaxa vexwarina çayê, taştiya xwe Paqij dike , Soba xwe vêdixe, û xwarina qutîkan amade dike. Li dervî şibakê bitirs bincilên xwe yên Zuha dibin bi tîrêjên rokê yên dawî re ,raxistin, Li ser dîwanê komkirî ne ( Bi şev ciyê wê ye) Gorên wê yên dirêj yên ji hevirmêş, şimik, şelhe, û styan. Ez Tiresias, zilamekî pîr im bi çiçikine merçiqî Min dîmen dît, û yê maye hizir kir— Ez jî li bendî mêvanê gerek wê bê me. Ew, xortê rû bi pitik, digihêje, Karkerek e di bîroyek biçûk ya xaniyan de, bi nerînek Cegerdar e, Yek ji yên nizimin e yên bêgumanî li ser wan cihê xwe dibîne Mîna kummek hevirmêş li ser serê milyonêrekî ji Bradfordê. Dem aniha demek di cihê xwe de ye, li gor wî, Xwarin bi dawî hatiye, ew pîrek aniha aciz û westiyayî ye, Hewil dide ko wê nêzîkî xwe bike bi henekan û hemêzkirinan Yên ko erê ne xerab in lê ne xwestî ne Sor dibe û biryarê dide, ji nivkê ve êrîş dike ; Dest dixirpişin bê ti parastin dijî wan hebe Pozbilindiya wî ti bersivê bi dest naxe û bixêrhatinekê nejidil çêdike ( û ez Tiresias min jan ji van hemû lîstikan li ser eynî dîwanê yan textê xewê, berê dîtiye; Ez yê bi Thebes li bin dîwar rûniştim û bi miriyên herî bênirx re geriyam.) Bi xêra xwe ramûsanekê dawî bo dilxweşkirinê didêyê, û destê xwe hildiperikîne, li rêya xwe digere, pileyên bê ronahî dibîne… Keçik vedigere û bîskekê li peyalê temaşe dike, Bizor hay ji çûna hezkerê xwe heye; Hişê wê tenê ji bo ramanekê nîvçêbûyî fermana derbasbûnê dide: “ Baş e aniha ko bi dawî hat: û ez dilşad im ko hertişt qediya.” Dema pîreka şêrîn dev ji bêhişiyên xwe berdide û Di oda xwe de dire û tê, bitenê, porê xwe bi destekî otomatîkî şahîk dike, û granophonê vêdixe. `Vê mûzîkê li ser avê xwe xijiqand nêzîkî min û li seranserî Strand, ber bi jor ta kolana Queen Victoria Oh bajar bajar, dikarim carcaran bibhîzim Li kêleka barekê gelemperî li kolana Lower Thames, Nalîna xweş ya mendolînekê û teqreq û qerbalix ji hindir ve Ji cihê lê masîgir nîvrojê bêhna xwe derdixin: Cihê ko dîwarên Magnus Martyr Bedewbûnekê bêhempa ji ioniana sipî û zêrîn hildigrin. çem xwêdanê dide Zeyt û qîrê û kelek diherikin Bi radana avê ya dizîvire Perdeyine sor Berfireh Bi aliyê ba de, dihejin li ser darala giran. Kelek dişon Êzingên liberavêçûyî Digihên jêrî Greenwich Piştî derbaskirina girava Dogs. Weialala leialala Wallala leialala Elizabeth û Leicester Lihevketina şelpiyan Dawiya-qeyik hatibû çêkirin Mîna qalikekî sebixkirî Sor û zêrîn Pêlekê hênik Herdu perav pêlandin Bayê başûrroavayî Rahişte bi rexê kûrahiya çem de Zingîniya zengilan Kelene sipî Weialala leia Wallala leialala “ tiramine û darine bitoz. Highbury ez anîme dinê. Richmond û Kew Ez têk birim. Li nik Richmond min çogên xwe hildan Dirêjkirîbûm li ser erda qeyikekî biçûk.” “ herdu lingên min li cem Moorgate, û dilê min Di bin lingên min de. Piştî vê buyerê Ew giriya. Wî sozê ‘destpêkekê nû’ da min. Min ti gotin negot. Min dê çi bersiv daba?” „ li ser qûma Margate.” Ez dikarim bi hev ve girêbidim Netiştî bi netiştî ve. Nenûkên şkestî yên tiliyên destekî qirêj. Ey merovên min merovên hejar yên hêviya Netiştekî dikin.” La la Dûra ez hatime Carthage Dişewitim dişewitim dişewitim Tu ho Xwedê min rabikî Ho Xwedê rabikî Dişewitim Ji ingilîzî : Ebdulrehman Efîf

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
T. S. Eliot şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz