Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

T. S. Eliot

T. S. Eliot

2 görüntülenme 0 beğeni
ji ber ku hêvî nakim vegerim cardin ji ber ku hêvî nakim ji ber ku hêvî nakim vegerim Şabaşa vî mirovî û derfeta wî mirovî min navê Nema hewla tiştên wisa hewl didim (Eyloyê pîr baskên xwe bo çi rakişîne?) Bo çi şînê bigerînim Li ser hêza xuricî ya fermanrewatiya asayî? Ji ber ku hêvî nakim nas bikim cardin Mirêsa lawaz a dema misoger Ji ber ku nafikirim Ji ber ku nas dikim ez ê nas nekim Hêzeke dembûrî yî rastîn Ji ber ku nikarim vexwim Li wir, ku dar dibişkivin û çavkanî dikişin, ji ber ku li wir tu tişt tune cardin Ji ber ku pê dizanim dem her dem dem e Û cî her dem û bi tenê cî ye Û her çiyê rast e bi tenê bo carekê ye Û bi tenê bo ciyekî ye Şad im ku tişt çawa bin wek xwe ne û Dev ji rûyê pîrozkirî berdidim Û dev ji deng berdidim Ji ber ku nikarim hêvî bikim vegerim cardin Dawiya dawîn, şad im ku min tiştek ava kir Ku li ser wê şad bibim Û berzûrî Xwedê dibim da ku li me dilovaniyê bike Û berzûrî dibim ku bikaribim ji bîr bikim Van pirsên ku li ser bi xwe re gelekî dikevim devjeniyê Gelekî rave dikim Ji ber ku hêvî nakim vegerim cardin Bila ev peyv bibersivînin Lewma çi bê kirin wê neyê kirin cardin Dibe ku daraz gelekî giran nebe li ser me Ji ber ku ev bask nema baskên firînê ne Lê bi tenê pêşmerge ne, ku hewayê têk bibin Hewaya ku niha têk de biçûk û hişk e Ji viyanê biçûktir û hişktir Me fêrî xemxurî û xemnexuriyê bike Me fêrî runiştina hêmin bike. Niha û di saeta mirina me de ji bo me berzûrî bikin gunehkarno Niha û di saeta mirina me de ji bo me berzûrî bikin. *Beşa ewil ji helbesta Çarşema Pîroz *Werger: Kawa Nemir *Welatê Bejî û Deh Koroyên `The Rock`ê (T.S. Eliot)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
T. S. Eliot şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz