Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

T. S. Eliot

T. S. Eliot

2 görüntülenme 0 beğeni
Piştî ronahiya çira li ser riwên xwêdandayî Piştî bêdengiya qeşayane di kulîlkstanê de Piştî jana di cihên keviriyane de Qîrîn û girî Zindan û qesir û dengvedana Tava biharê li ser çiyayine dûr Ew ê ko dijiya aniha mirî ye Em ên ko dijiyan aniha em dimirin Bi piçek sebir Li vir av niye lê tenê kevir Kevir e û av niye û rêya qûmîn Rê li xwe difitile li jor di nav çiyayan de Yên ko çiyayine ji kendalan in bê av Heger av hebûya emê rûniştana û me dê vexwara Di nav kendalan de merov nikare raweste û vexwe Xwêdan zûha ye û ling di qûmê de ne Heger tenê av hebûya di nav kendalan de Devê çiyayê mirî bi diranine qulkirî ko Nikarin tif bikin Li vir merov nikare raweste ne xwe dirêj bike ne rûnê Ta bêdengî jî li van çiyayan tineye Lê tavek stewr bê baran Di çiyayan de ta tenêbûn jî niye Lê hew riwine sor madtriş û har hîqhîqê dikin Ji deriyên xaniyine heriyî hilweşandî Xwezî av hebûya û ne kendal Heger kendal hebûna û av jî û av Kaniyek Golek di nav kendalan de Heger tenê dengê avê hebûya Ne çirçirk û pûşê distirê Tenê xuşxuşa avê li ser kendalan hebûya qitika bitenê di nav darên kajê de bistiraya Dilop diniqute dilop diniqute diniqute diniqute diniqute Lê ti av tineye Ew kî ye yê sêyemîn yê timî li kêleka te dimeşe? Dema dihejmêrim, hew ez û te ne bi hev re Lêbelê çaxê li jorî rêya sipî dinerim Timî yekî din heye ko li kêleka te dimeşe Dilezîne nexuyayî di nav mantoyekî qehwe de, ser û Rû nixumandî Ez nizanim zilam e yan pîrek e -- lê ew kî ye yê li aliyê te yê din? Ew çi dengê bilind di ba de ye Nalîna şînîstranek dayikane Ev kî ne ev kerwanên sernixumandî yên dilivin Li seranserî deştine bêdawî, dilikumin di erda qelişî de Higulîskkirî tenê bi asoyê berfireh Ew çi bajar e li serê çiyan Diherife û tê lêkirin û di bayê binefşiyane de diteqe Kelehên hildiweşin Jerusalem Athens Alexandria Vienna London Derewîn, nebirra Pîrekekê porê xwe yê dirêj ê reş kişand hev û ji têlên kemencê mûzîkek nerm deranî û barçemokên bi rûyên zarokan di ronahiya gewez de Fîrfîr kirin, û baskên xwe li hev xistin û xwe bi serine tewandî bi jêr de li ser Dîwarekî reşbûyî xijiqandin û serobinî di ezman de kelehine Li zengilê bîranînê dixin, haydarê saetan in û dengine distirên ji hindirê timbiline vala û Bîrine miçiqî. Di van qulên genî de li nav çiyayan Di ronahiya heyvekê qels de, giya distirê Li ser gorine herifî, li ser dêrê Dêra vala, tenê xaniyê ba ye Ti pencerên wê nînin, û derî dilerize, hestiyên zûha nikarin ziyanê bighînin ti kesî Hew dîkek rawestiyabû li ser banê darîn Qî qî qîqî qî qî qîqî Di çirûskekê ji şewqê de. Dûra bayek şil Baranê dibarîne Ganga çûbû xwarê, û pelên hişkbûyî Bendî baranê man, di vê navê re ewrên tarî Li hev diciviyan li dûraniyekê pirr, li jora Himavat. Daristanê xwe qurnisand, di bêdengiyê de xwe çemand û tav ştexilî DA Datta: ma me çi dabû? Dostê min, xwîn dilê min dihejîne Cegerkirina tirsker ya kêlîka çîz û dandestê Ya ko emrek ji hayjixwehebûnê nikare wê vegerîne Bi vê, û tenê bi vê, hebûna me hebû Ya ko nayê dîtin di şîniyên me de Yan di bîranînên ko pîrê ya destfireh ew daliqandine Yan di bin mohrên ko parsekekî zihîf ew şkenandin Di odeyên me yên vala de DA Dayadhavam: dengê kilîtê hate guhên min Carekê di xilqê de dizîvire û carekê tenê dizîvire Em di kilîtê de diramin, heryek girtî di zindana xwe de Di kilîtê de dirame, heryek zindanekê diçesipîne Tenê di ketina şevê de, dengvedanine bayane Coriolanusê şkestî kêlîkekê vedijînin DA Damyata: qeyik bersiv da Kêfxweş, bi destekî di şelpî û babirkan de pispor Derya bêliv bû, wê dilê te bersiv Dabaya Kêfxweş, ko bihata bang kirin, bi erêyî dê lêbida Ji destine çavdêriyane re Ez li ser peravê rûniştim Masî digirtin, deşteke zuha li paş min bû Ma hinekî jî divê ez erda xwe bidim ser hev? Pira Londonê têxwarê têxwarê têxwarê têxwarê û ji hezkirina agirê paqijker re Kengî ez dê bibim mîna hechecîkan -ah hechecîk hechecîk Mîrê Aquitaine bi keleha xwe ya diherife Bi van perçan min kavilên xwe dan sipartin Loma aniha li gor we ne. Hieronymo şêt bûye ji niv re. Datta. Dayadhvam. Damyata. şantih şantih şantih

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
T. S. Eliot şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz