Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sîdar Esmer

Sîdar Esmer

2 görüntülenme 0 beğeni
şirîkê vê tenêtiya sosret, tenê qedeha şerabê ye...! Ji welatek dûr,pir dûr dengê dengbêjekî xera dike bêdengiya şeva cemidî... Her tişt bi xwe cemidî ye wek zarokek bê kes û wek kûçikek bê xwedî... Ez jî bi xwe bê xwedî me li kolanên vî bajarê bê xwediya... Dengê wî dengbêj î diçirîne şewqa heyvê û li ser zimanê wî klama lo lawiko... Kûr dibe şeva hîcran, bi hestên nûrî dêrsimî diherikim li nav ava dîcleyê û bi pêlên wê difetisim. dîsa bi xulav ê axa xwe diafirim li qeraxa dîcleya bi qêrîn... Lê ti tiştek cuda nabe dema ku ez çavên xwe vedikim, her tişt hîn li cihê xwe ye. Keser û birînên dilê xemdar û evîndar... paşeroja di nav xwînê de recm bûye.... û pêşeroja ku li welatê ez têde hatime erçiqandin... kenahî û girîhîna zarokatiya min... lorîkên ku dayîka min bi ser dergûşa min de dilorand... û hejarbûna gelê ku bi zilmahiya dagirkera dorpêç dibûn yek bi yek di dengê şingîna qedeha şerabê de derbas dibin xeyal bi xeyal, raman bi raman... Herê ez mest im lê ne serxweş im...! 09.12.2013

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sîdar Esmer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz