Dakeve ji qelaçê ew çiyayê ku
li xwe mirin lefandî, ji ber ku xebînet î tu
ji ber ku heyf e hezkiriyê te
heywax hey hewar xwe nede ber guleyên
qeleşan!
Berê xwe ber bi xetika delavên dilê min
de bide û bi meşa karxezalekê bibez e
bibez e û li kelkotiya evîna şaîrek bindest
mexel ved`e!
Erê bindest im ji hemû birînan re!
heke tu werî belkî ji nû ve bizêm di dilê
beybûnek bê av`ma`yî de
tu tav î lewra, tu av î lewma digirî bihar
li pêşberî payîza xedar!
Berî baran bibare li çol û çolistana
dilê elem`girtî bibe kanî û biherik e li ser
meytê min daku tu li birîna min û li êşa min
bihisî!
Dakeve ji qelaçê ew çiyayê ku li xwe mirin
lefandî, di kefa destên xwe de piçek
evîn û piçek ji azadiyê werîn`
berî ku stêrka min bitemire were
berî ku reş bikeve erdê û şevşevok xwe li ser
laşê min bigirin were!
Bibe lîlan û berî êvarê were...
04.09.2015-stenbol
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Sîdar Esmer şiirlerine dön