Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sîdar Esmer

Sîdar Esmer

2 görüntülenme 0 beğeni
vê şeva ku min li gor û goristanan digerîne dîsa mirinan li min tîne xezebê! ev bajar li min nayê mal mîratê li qefsinga xwe hilnayêm, her bîranîneka te dibe sedema hatina ruhstîn û ruhê min dibe wek hevrîşmeke ku ji nav hezar diriyan bê kêşandin. Porkurê! Ne tu bî kes bi hawara min ve nayê! ne berf û ne jî cemed hênik dike pîzotên li ser dilê min! ka bêje porkurê de bêje ez vî laşê ku bi agirê evîna te diperite bidim ber kîjan bayê? ku ne tu bî dê kê min felat bike ji vê êşê û ji vê tayê. Porkurê! Dilê min îşev wek êtûnê bi kele kel e bi pele pela avên keliyayî dikele ne tu bî ma wê ev birîn bi çi bi kewe? li min nayê mal wêranê ev şevên har qet li min nayên li min nîn e ne razan û ne jî xewe. Dikim xwe bi lehiyên robaran ve berdim! dikim xwe berdim binê birên tarî! ji tengezariya xwe dikim dilê xwe derxim û têxim nav kefa destê xwe heta ji min bê porkurê heta ji min bê û dilê xwe wek pincarê biguvêşim ew çax ez ê jî dikaribim te bikujim?

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sîdar Esmer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz