Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sîdar Esmer

Sîdar Esmer

2 görüntülenme 0 beğeni
Di gewriya şevê de min xwe bi mirinê xemiland, yek ji te çû yek ji evînê- her ku çavên te dibûn paşverûtî birîna xwe min bi kaniya te kewand. Yek ji te çû yek ji evînê- dîsa bi rih dibim li zikê te j`i`n,ê sînga te kaniya hêviyan şîrê jînê her ku dimijim mest dibim bi vê zehîrê. Lê çendî mir im bi qasî esrek jiyîm ne terka birînê ne jî terka evînê min kir neqişand min eniya te bi xwîna xwe sed caran li rêya te min xwe qurban kir. Yek ji benîadem çû yek ji Xweda- li ser rihê hevrîşm kûnda hêlîn veda bûm pakrewan , bûm cangorî lê dîsa bi eks min bi berxwe da. Ji pêsîra te min ji xwe re hêviyan dot bi derî derî geriyam min kes nedît wek derwêşekî bêpergal û bê war lê canê erzan min dîsa li bazaran firot. 14.06.2015

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sîdar Esmer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz