Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sîdar Esmer

Sîdar Esmer

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu bûyî parçeyek helbest di jiyana min de, û hêj tu dibêje min, min ji bîr bike Bi heft xweziya xwezî min te ji bîr bikira lê nabe! Ma gelo dar bê pel dibe? ax bê av dibe, çivîk bê hêlîn dibe, xweza bê baran dibe, roj bê şevê, şev bê rojê dibe, dayîk bê zarok, zarok bê dayîk dibe, çiya bê kanî dibe, tembûr bê stran dibe? Bi heft xweziya xwezil min dikariba te ji bîr bikira lê nabe! Tu bûyî piçek nîkotîn ji berbendiya helbestê ma gelo şaîr bê helbest dibe? te bi hemû hevok û tîpên helbestên evîniyan xwe xemilandiye di pirtûka jiyana min de, û hêj tu dibêje min, min ji bîr bike! ma evîn bê te, ev dil bê te dibe . . .? 10.12.2014

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sîdar Esmer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz