Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sîdar Esmer

Sîdar Esmer

2 görüntülenme 0 beğeni
Her mirovek di dema xatiran de nîvmirî dimîne wek te û wek min. Dîsa ba yê evîna te kûr kûr li dilê min dixe li pêşberî pêlên deryaya xeman, pêl bi pêl difetisim û ê ku min bêhilm dihişt çûyîna te bû... Di heman demê de li te difikirim, di heman demê de tu dibî xeyal û ji nû ve diafirî li ser qefesa sînga min zindî dibe evîn, zindî dibin êş û jan li qeraxa ew cihê te xatir dixwest paşê dibû zindan jiyan,dibûm dîlî di hepsa çavên te de û ê ku min dikir hepsî hesret(a) te bû... Ramanek bêdawî yî tu û xewnek xilmaşî, mîna zarokek bi ta diverciniqim ji xewnên bi tirs û êşên elemgirtî her xewnek bi dema xatirxwestina te dubare dibe dema ku serî radikim û te nabînim kor dibim, ker dibim, lal dibim ê ku min bê ziman dikir tunebûna te bû... Her mirovek di dema xatiran de nîvrihî dimîne wek te û wek min. Dizanim beybûna min tu jî wek min neçarbû li himber zext û sînorên veqetînê û niha jî tu wek min birîndar î lewma ez dibêjim "wek te û wek min"... û hînjî em dişewitin li nav agir û dojeha dema xatiran (ê ku me dikuşt evîna min û te bû) .... 11.12.2014

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sîdar Esmer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz