Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sîdar Esmer

Sîdar Esmer

2 görüntülenme 0 beğeni
Li nava bajarek bê deng û bê xwedî min te wenda kir û bêçare li te digeriyam. Li evîna xwe digeriyam, li bêhna te, li çavên te û li porê te digeriyam. Vaye dîsa hat bi ser min de bayê çûyîna te yê seqem girtî... Ba digire dil, ta digire dil û li pêşberî zivistana tinebûna te xof digire dil. Ji kovana bêriya te westandiye dil,ango bi tirs e dil... Mistek hilm ey yarê, ji hilma germahiya hinavê xwe mistek hilm bighijîne min belkî ji nû ve bi afirim li ser qefesa sînga te. Li te digeriyam li nav xewn û xeyalên bêdawî, bi dawî nabe ev agirê ku te di dil de çandî, herku tu bi bîr têyî dihelim ligel agirê vî dilî di hele işq, dihele hez û dihelin ez û tu. û hêj ez li te digeriyam li navenda cengek bêperwa, bûm parçe parçe bi bêbextiya çûyîna te, lê tu hîn li vir î û ez û tu her bi ceng in. Di nav ramaneke bi saw li te digerim, wek her carî bi ceng î li dijî heza min kenê xwe li min dikî sînor, awirên xwe dikî zexteke bilind. Li te digeriyam li nava evînek wendayî, lê min ne te dît ne jî xwe dît ji tenahiyê re bûn rêwî û ji evînê re em bûn cangorî.... 17.11.2014

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sîdar Esmer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz