Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seyfedînê Welekorî

Seyfedînê Welekorî

2 görüntülenme 0 beğeni
(1) Min di xewnêda dî dîlberek, Dêm xweş û bejin çelenk, Burû qetan çev reş û belek. Bizvire bo min çerxa felek Gelo dîlber tu ji mala kê. (2) Dîlberek min dî di beza Nêçîrvan ketibûn ha û leza Ebrû di şuphê bax û reza Sûret sorbibûn ji ber geza Gelo dîlber gula baxê kê. (3) Dîlberek min dî tê ji pişt Bîhn û bixor ji hildavêşt Her gav min mest dihêşt Tim bi awira min dikuşt Gelo dîlber tu embera kê. (4) Dîlberek derbas bû ber minra Mêzek da min bi wan awira Ez kutame bi dar û kevira Ez bûme wek berxa devî gura Gelo dîlber tu birîndara kê. (5) Min dîlberek dî li ber pale Bejin zirave rû bi xal xale Çiqas çelengî çi şêrşepale Ber tewîyam mina herfa dale Gelo dîlber tu şêrgela kê. (6) Dîlberek min dî li ber çema Gelo tu zuhreyî an jî selma Nameyzîne min nizam çima Dile min girtî xunava xema Gelo dîlber tu dildara kê. (7) Dîlberek min dî li ber avê Tîrêjên rojê ji nava rû davê Suret al al gula sor li navê Ji kerba kuştim vê bê bavê Gelo dîlber tu qesasê kê. (8) Min dîlberek dî bi rastî Dil li min bûye melo mestî Awira li min dide bi qesî Birîndarin dil li min şikestî Gelo dîlber tu tebîba kê. (9) Min dîlberek dî li serê bane Qamet di şubhe tîpa elîfane Li bejna xwe kiriye xebtane Gerden xişrû morî û mircane Gelo dîlber tu yaqûta kê. (10) Min dîlberek dî li şaneşînê Şewqa wê xwe daye rû dinê Ez ketime tayê vê mirinê Min deyne nav qatê kefenê Gelo dîlber tu emana kê. (11) Min dîlberek dî rû weke tav. Eqil ji serê min kiriye belav. Sotîye li min dil û cerg hinav. Bi axîna te me her dem û gav. Gelo dîlber tu qedera kê. (12) Min dîlberek dî xulq şirine Reqs dike wek per û perwane Meqam li min bûye meyxane Saqî badeya meyê ji bo min bîne Gelo dîlber tu meyxûra kê. (13) Min dîlberek dî bi ger û fene Dikuje min bi wî devê kene Min datîne nav qatê kefene Ser min dixûne dewrû yasîne. Gelo dîlber tu terqîna kê…? 05-09-2017 Stenbol:

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seyfedînê Welekorî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz