Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Seyfedînê Welekorî

Seyfedînê Welekorî

20 views 0 likes
Min bi evîna te bawer kir Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir Min ji evînê te Xanekî li ser banê dilê xwe ava kir Bi xwîna birînên xwe Li ser birca wî navê te lêkir Bi salan mam li benda te Lê bi carekî tu li min venegeriya li dilê min mêzene kir Baran barî şopa evîna te Ji ser dilê min wenda kir Min bi evîna te bawer kir Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir Rojê li ser evîna te vekir Ew hişk û ziwa kir Wek pelê dara payîzê Ew rûçikand rût û tazî kir Ji xara dilê min de kete xarê. Ew perçe perçe kir Tu di ber min re diçû û dihatî Te tim ew pêdews kir Bayek lê rabû Ew ji heft îqlîmên dilê min derbas kir Min bi evîna te bawer kir Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir Ne dil jê hez kir Ne çavan dît ne jî ziman ew zikir kir Ne desta ew girt Ne mila ew bi hesret hembêz kir Ne lêva ew maçî kir Ne jî eqlê min bawer kir Mal xirabê Min bi dilê xwe nikarî bû, ji te hez kir Lê te çima Dilê min avêt agir pê ra neyartî kir Here xayînê here Here bibextê here min tu ji bîrvekir Min bi evîna te bawer kir Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir Evîna min a pak û paqij Te bi vir û derewan ew qirêj kir Min bi rih û can ji te hez dikir Te ez bi saxî kuştim bi sêdarê ve dar da kir Çevê min man di çevên te de Te çevên xwe li ser evîna dilê min venekir Ez sozê didim te Ger ev dil li pey te were bila bibe kevir Ez sozê didim te Min ji dilê xwe re tucar qala te nekir Ez sozê didim te Tu car û tu wextê min di dilê xwe de tu azad nekir Min bi evîna te bawer kir Lê evîna te dilê min xwîn kir Min bi evîna te bawer kir Evîna te li min bû derd û kul dilê min xwîn kir.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Seyfedînê Welekorî
🛒 0

Your Cart