Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seyfedînê Welekorî

Seyfedînê Welekorî

2 görüntülenme 0 beğeni
Kurd û Mirin çiqas dişibin hev, Li rû cîhanê herdû jî bê Welatin. Hey qedera min ez çûme kêderê, Mirinê berîya min xweda bû wê derê Tu zanî mirinê qet hêşya konê xwe, Ji hêşya konê min ranekirye û neçûye…? Kurd û Mirin felqe cêwîne; Qet bê hev nabin ji hev ne cudane, Li rû cîhanê bi hevra rêwîne Ji xelqê yek, ji Kurda deh birine Hey feleka malxirab ev maf nîne…! Kurd li kuderê be, mirin li bere, Mirin li kê derê be Kurd li hembere. Kurd ji mirinêra bûne şênî û cînar Mirin ji mera bûye gund û cîhû ware Ma ev jîyane an ji bo me qedere…? Mirin xarineka bê teme û bê deme Tim li ser sifra mezlûma tisî maye, Roj û şev dan û dem ji bonê nemaye Ge li deştê geh jî li ser serê çîya ye Ji ber zordestîya zalima tim para meye Kurdê xwedî şerer ji mirinê qet natirse, Mirin jî, ji Kurdê bê namûs qet napirse, Tim li ser xaka Kurdistanê pise pise Digere li nav mal û konên warên bê hise Mirin bêwexte wexta were kes pê nahese. Mirin weke barana ewrê zelal û sayî’ye, Her gav û dema li ser wargehê Kurda’ye, Ji ber sedema bê warû bê welatiyê ye Ku mirina bêwext hewqas nêzî meye…? 17-09-2016, Stenbol:

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seyfedînê Welekorî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz