Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seyfedînê Welekorî

Seyfedînê Welekorî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ax û ax Gund o tu çima wer ji min dûr î Ax Gund o wek tariya şevê dirêj stêrka hûr î Li ser banê asîmanê te difirin kevokên hûr î Ewrê spî pêçan ser çiyayê te dilop dilop evîn jê dibarî Qêrîna bilbil e dixwîne ser baxê te şalûlên malxerab jê difirî Nava rojê xeyala min î danê şevê ji xewna min nabuhirî Ax û ax gund o jiyan li min bû agir dilê min ji bo te digrî Agirê kerbê girtiye dilê min ma qey gund o tu Welekor î Ax û ax Gund o dilê min ma bi hesreta te Ez di xeyala xwe de difiriyam û digeriyam Li ser dilê te min danî nav mêrg û çîmenan li ser baxê te Kulîlk derketi bûn li ber perê belekiyên berfê Reng veda keskesorê xwe da ser per û baskên te Li xwe kiribû xemla Newrozê govend digirt li ser axa te Tim di dilê min de tu bûka Kurdistanî ez im bi hesreta te Ax û ax gund o tu çiqas şirîn û xweş î Welekor e navê te Ax û ax Gund o tu çima wer ji min dûr ketî Jiyan li min serûbin bû tu ji min re êş û hesretî Di jana te de dilê min axîn û nalînim hinav li min peritî Têm kuştin ji bo axa te tu car bi te re nakim xiyanetî Tu evîna min î ez evîndarê te ji min re xeml û xelat î Warê Bav û Kalan î qîmet giran î tu ji axa Welat î Bese bi min hisret bikêşe mame di nava xeyalê te de girtî Ax gund o wêran o Seyfedînê Welekorî li ser te helbest gotî Ax û ax gund o ez te nabînim tu çima wer ji min dûrketî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seyfedînê Welekorî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz