Kulekî wisa di nava dilê min de heye’
Hekîmo bext ê teme,
nêştirê lê nexe’ wî derneke.
Wê êş û elema bê kesîyê,
û bê welati`yê jê derbibe.
Kesera xerîbiyê,
nahêle ew birîna dilê min bi kewe .
Ax halê bê Welatiyê,
ez bûme xwediyê derd û kula.
Êşeka wisa giran,
dinava serê min da heye
Hekîmo bext ê teme,
xençerê lê nexe wî derneke.
Wê derd û kulê penaberyên,
û belengaziyê jê derbe.
Ji ber jana bê welatiyê,
dilê min bûye çar perçaye
Ax halê bê dewletiyê,
ez bûme hêsîr ê li çola.
Janekî wisa pir û giran,
li ser welatê min heye
Bextê teme hekîmo,
şûr lê nexe wî birîn nek.
Wê derdê xayintiyê,
û koletiyê jê biherike
Êşa wî ji Rojhilat bigre,
çûye heta Rojava ye
Ji Bakûr da dest pêke,
heta Başûr têda maye
Ax halê bê warbûnê,
bûme mirîyê gor û kêla.
Îxanetê û cehaletê ew kirye
sifra gur û hirçan, û çeqela ye
Xwîn û goştê me dixun,
bi destê xayînên nav meye
Ji halê bê Seroktiyê,
nahêle ew birîn bi kewe
Ax halê bê welatiyê,
ez bûme koçerê nav hola.
11/03/2016, Stenbol:
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seyfedînê Welekorî şiirlerine dön