Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seyfedînê Welekorî

Seyfedînê Welekorî

2 görüntülenme 0 beğeni
Biharîstana welatê min her deverên te bûye gul û gulîstan li rûyê te xwezayî şîn bûye mêrg û çîmen vebûne her alî kulîlkên reng bi reng gul û nêrgiz şîn bûne li her deşt û newalan li her rûbar û berpalan baxê lalezeran hatine raxistin sor dikin wek xwîna Cangoriyan.! Kaniyên kenna derbûne delav delav co bi co wek rûyê dîlber û gulşenan her alî ve jê evîn diherike xunava şevê li ser gerdanê te bilqok bilqok dibiriqî meya ‘eşqê diciviya li nav xalên bin guharan ezê xwe bavêjim meyxana dile te bang bikim li saqî qedehek mey bîne ji xunava gerdenê vexwim evil heyatê, qedîm bimînim li ser rûyê vê dunyê. Biharîstana min stêrk ji ezmanê çevê te dibarîn hîv ji şerma rûyê te çûbû ava roj li hember bedewiya te zer dibû weke şimayê diheliya bayê qederê serxweş bibû çerxa felekê şikiya bû çendik û çend milûk û şahînşah textê wan wergeriyan û taca serê wan ketîbû çend hezar ‘allem hatin, jiyan li ser parzemîna te û çûn, çiqas dem borîn, çiqas qîrne derbas bûn Tenê Yezdan ma qedîm, yek jî tu yê qedîm bimînî heta dawîya dinê.! Baharîstana min… 20-07-2017 Stenbol

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seyfedînê Welekorî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz