Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Seyfedînê Welekorî

Seyfedînê Welekorî

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji min ne pirsin, nebêjin tu çawanî Ez weke Kurdistanê, par parî me Weke Kurd’â, tim û tim kuşti me Ez ne lalim dest girtîya welatî me Bê zar û ziman, ez bê dewletî me Li Enfalê bi hezara li gorê tomarî me Ez kuştîyê bêhna sêva li Helepçe me Weke Mihabatê ji emir kina me Qazî Mihemedim li meydana çar çira Li bin sê darê da, ez bê dewletî me. Li newala qesaba bin lata da veşartî me Bin bîrên asîtê da hestûyên helyayî me Li Roboskê sîy û çar canê qetilkirî me Şêx Seîd’im li meydana Amedê da Li bin sê darê da, ez bê dewletî me. Ji min nepirsin nebêjin tu çawanî Weke Cizîrê li ber şetê firatê tîme Li Şirnaxê xemla bûkên heznî me Axîna dayikên birîndar li Geverê me Kuştîyê bin zulmê, ez bê dewletî me. Li Sûrê bin jêrzemîna da qetilkirî me Ber minara çarling bedelê azadiyê me Weke Licê pêş çevê elama talan bû me Li Misêbînê taxên xirabe û dor pêçkirî me Girtîyê welatê xwe, ez bê dewletî me. Ez kuştîyê qetlîama Gelyê Zîla me Li Dêrsimê komkujîya Elawîya me Kolanê Gimgimê weke laşê tazî me Li Xarpêtê qada genim wek Seyid Riza Li bin sê darê da, ez bê dewletî me. Şengalê kuştîyê fermana heftê çara me Li rojava weke Kobanê, dor pêçkirî me Ji xweyên xwe qetyayî Weke Efrînê me Wek zarokên reng esmer bê hêvî me Li sînema Amûdê nav agir da şewitî me Ez Kurdim rû vê cîhanê bi milyoname, li ez bê dewletî me. 31/08/2016, Stenbol:

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Seyfedînê Welekorî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz