Ji nêva ebrûyên cana dibînim
Welatê Serhed û Zozanê banî
Kilîşê kohê Sîpan û Ararat
Hivistîne li kofya kesrewanî
Enî gewher kitêba Zend -Awesta
Zeradeştê mezin ew name danî
Du birhên reş kevanê Rustemê Zal
Awir tûj in ji tîrên zerfeşanî
Li ser sînga sipî navê min û keç
Bi rêza xameya seydayê Xanî
Li ser zendên di boz resmê du şêran
Bi danîna nîgar û neqşê Manî
Sibê zû ew ji bircê hate xwarê
Bi xeml û xêz bi xeftanê Mîtanî
Bi destê min digirt û gote:Fermo
Were seyda ku em hilkişne banî
Li ser masê li hember hev ez û keç
Dironiştin bi şahî şademanî
Li ser masê tijî bû cam û bade
Dida destêm şerabek zaferanî
Bi kêf û ken bi wan peyvên di şêrîn
Got: Tîrêj noşîcan be li ser wî canî
Mi got: Qey keç bi rastî bûye dilgir
Nizanî min ku xefkek nuh deranî
Dema ku min vexwar ez ketme bê hiş
Li ber lingan nema min bi xwe dizanî
Weke cama ji dest pîrê teriqî
Min girt lerze bi qîrîn û fixanî
Dema bi hiş xwe dihatim mane sermest
Gelo xewn e û ya rast e civanî
Ji wê rojê ketim nêv bend û davan
Ketim torê ji xeşîmî û nezanî
Ji rengê mûm û finda min disotî
Li ser pêta evînê cerg û canî
Min beyhûde di vê rê de bi der da
Cîhana xweş û ev jîna ciwanî
Evînî rêçeke dûr û dirêj e
Berokaş e û hin carana hêsan e
Nema têm der ji bin barê evînê
Heya bîmrî Tîrêjê torevanî.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön