Ma gelo nayê te bîrê, ku te dildarek hebû
Her wekî reswa û kola, tim li dergahê te bû
Her dema ku te nedîba roj dibû lê wek tenî
Xan û eywan tim li wî zindan û hebs û çale bû
Xortekî naz û çeleng bû, ew di nav nifşê xwe de
Lê ku ket tora te şoxê, kalekî sed sale bû
Pişte xûz û rih sipî bû herdû ling lê bûne sê
Ten b`lerz û dest bi kopal jar û bê pergale bû
Berya dil bigrî xwedanê cotê sê ga bû timî
Ew bi qînax û bi das, her dem bi xwe ser pale bû
Dexl û dan û zad ji ber îro hemî xelkê çinîn
Paleya pûşe ku wî da pey te pûç û vale bû
Te di nîvê rê de hişt carek te lê ho veneda
Jîn li wî bûye kerafî wek zirav û tale bû
Yê bidî pey te timî poşmane her ev tê serî
Ji tiyêd eşqê re leylane ne av û ale bû
Ey Tîrêjê dil bi kul wey rêwiyê rahê xelat
Te çi qotîne bi dû de her dema bê çare bû
Ew ji ola xwe venabî sûnd bi Tawûsê Melek
Di evîna te de wek Êzîdiya şingale bû
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön