Carek tu ji bircê were, da ez te bibînim
Ez dil bi birînim
Ew neqşê xweda, ku li te danîne bixwînim
Derdan birevînim
Porê te yê sor, qirmizî wek agirê Zerdeşt
Min dil jar û sermest
Da şîşê li ser wî agirê sor bigerînim
Dil pê bikewînim
Ew çav û birû herdu wekî tîr û kevan in
Awir nejdevan in
Êrîşin li dil herdem bi nalîn û enîn in
Hêstiran dirijînin
Ew dêmên te cana her bi xwe sêvên Xelat in
Êmîşê welatin
Der jîna ciwanî ger ku carek wan bibînim
Dîwane dimînim
Lêvên te yê nazik bi xwe fîncana şerabê
Yan şûşa gulabê
Rojê şahiya ez dê li ser xwe bireşînim
Pê kêfa xwe bînim
Ew herdu memik yek jê bi xwe kanya Firat e
Yek ava heyat e
Rengê Xidirê rahê durust xwe bi te gehînim
Pê can bivejînim
Pêş û qublegeha aşiqanî ey perî tu
Latê Azerî tu
Dergeha li ber pûtxaneyê ez dê şikînim
Te bi kotek derînim
Birhîmê zeman im ez li der xakê Rehayê
Can û dil tebayê
Sed Homan û Nemrûd dê bi qurban bigerînim
Te ji dest wan derînim
Belqîzî li ser textê Seba tu bi emr û ferman
Pertava dil û can
Asef bi xwe me navê xweda ez ku bixwînim
Tev birce te bînim
Zîna min tu yî îro li bajarê Cizîrê
şehzad û emîrê
Manendê Memê îro di çala çil herîn im
Pir jar û hezîn im
Rehmê bike carek tu li Tîrêj bê wefayê
Beske vê cefayê
Ma dengê min nakî her bi fîxan û girîn im
Ez merdê evîn im.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seydayê Tîrêj şiirlerine dön