şêx Mihemed Elî û çend neferê çûyne uçax
Gişt be keyf û be nîşat û be sirûr û be demax
Gerçî çend rojê bû te‘lîmî tifengbazîy dekird
Rostem asa çûwe parêz le yekê tîtle bîcax
Her ke engawtî witim: Dek des û bazût nerizê
Her kesê pêt nellê Rostem teres e û qurrimsax
Petîyey besreyî û mêzerî hîndîy min û to
Weku rext û şeq e bendê ke le gacûtî bidey
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön