Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
1 Caşiktirrên Mikayil we‘dî be ser nehêna ‘Umrî geyişte heşta wazî le ker nehêna Le neslî ker nebiwaye jinî ehêna, bellam Wazî le yeksimxanî xatû zerrker nehêna Gîske gerreyî birde çoll ta kerêkî pê bigrê Le negbetî ew careş karî be ber nehêna Neyzanî terrbehar e wilax tîya detûrrênê Xoy kirde pendî şarê, qet way zerer nehêna Em bazî bû tirrandî be ber koşya tûrrandî Ta rîxî dernehêna te’rîxî dernehêna 2 Le segim pirsî: ‘Eceba qewmt e Husnî Paşa? Tûrre bû kilkî leqan û witî: Haşa haşa! Rastî gerçî segîş im be Xuda xom dekujim Nawî min bênî le gell îsmî xebîsî Paşa! 3 Le sexa û le kerem da Le fesahet le edeb da Yekebaz e le sefer da Yeketaz e le hezer da Taqe‘eybî ke hebê Her ewe ye taqekes e Le hemû xakî ereb da Le hemû şarî ‘ecem da 4 Kafî kilk û kafî kûn û kafî ker têkell kira îsm û naw û şoretî Kerkûkî lê teşkîl kira 5 Daxillî ferc e le ser qing kêr be gun de‘wa deka Nanî Kunemasî dexwat û pasî Cirtawa deka 6 Ehmeq im nemkird heta rîşim nebû ganê bidem Mistefa Beg çakî kird ta rîşî hat her ganî da

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz