1
Fermûte: îctînab bike lew cenabete
şêxim eger bizanî cenabete cenabte
Pîr bûy û terkî reûresmî kodekît nekird
Herwa ezanî ewwellî ‘ehdî şebabet e
2
Le xew hestawim xwar bû giwêzebane
Hellî da agirî cû‘im zebane
Dehat dengî tirrim herwek terane
Sehergahan ke mexmûrîy şebane
3
Toyş le min bûgî we şa‘îr ey heramzadey Sine
Bo çe şanê nahefênî mesref çes ewtinê
îzzet ahengî le kiwê bû ey kurrî Westa şefê
Wirde ahengê ke fermût hawelay westajin e
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön