Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Riza Talebanî

Şêx Riza Talebanî

2 görüntülenme 0 beğeni
Demkujê hukm e dezanim be Xuda derdî hebîb Were sa beşqî Xua des le yexem berde gebîb Were destêk bixeme gerdinî bilûrînit Ta weku sifre le daxa bidirrê wirgî reqîb Tali‘im nehs e etirsim ke be azarî fîraq Bimirim û rojê nebê dewlletî wesllim be nesîb çawî fettanî to ew sahîre cadûgere ye Ke be yek ‘îşwe eda ‘abîdî sed salle ferîb Ta le to dûr e dillî xemzede ey rahetî can Meşrîq û mexrîb e mabeynî legell sebir û şekîb Bê firaz nabê neşîb em qise tehqîq e welê Min le rêy eşqî to nemdî be Xuda xeyrî neşîb Xeyrî zullfe le ser sefhey rût sabît e ya Gînet û gîbe ke memzûc e legell zînet û zîb şêx degorrêtewe ger çawî be zullfit bikewê Xerqe û sebhe be zunnar û çelîpa û selîb Taqetî taq bûwe bêçar e le jêr barî fîraq Bike rehmê be Reza, çak e terrehum be xerîb şêx Se‘îd serdar e şêx me‘ruf heta hezkey necîb Bo cewanmerdî û şeca‘et beynî beynella neqîb Ger reqîb nebiwaye mabeynî ême key têk deçû Kêr be kuz dakî mufetîn gû be rîş babî reqîb

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz