Bem halle eger def‘eyetir biçmewe Kerkûk
Me‘lûm e be merdî nerwawe le serim tûk
Boç biçmewe Kerkûkî qurrimsax ke legell min
Ehlî hemû nasaz e weku awî hemamûk
Pêm xoş e le ber cewrî bira û lomey eqwam
Sed car le xerîbî bikewim muflîs û meflûk
Rojê be miradî minîş ellbet degerrê çerx
Em mîçe qerarî nîye gahê cik e geh bûk
şahî ke nebê radebiwêrîn be feqîrî
Bo ehlî qena‘et le pillaw xoştir e dandûk
şeş mang e ziyatir ke le paş mergî pider min
Mexdûr û mezllûm û cefadîde û mehtûk
Ta sakinî Koyê mame xefûrim weku Xefûr
Kîsem pirr e dayim le zerr û lîrey meskûk
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şêx Riza Talebanî şiirlerine dön